Cîhan
Nêçîrvan Barzani û serokwezîrê Lubnanê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin
Serok Nêçîrvan Barzani, roja Înê 13ê Sibata 2026an li Munchenê, di çarçoveya rojeva xwe ya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de, bi Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam re civiya.
Di civînê de têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Lubnanê re û pêşketinên dawî yên rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê hatin nîqaşkirin. Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevkariya hevbeş di warên cûda de, nemaze yên ku xizmeta berjewendiyên hevbeş dikin, kirin.
Di civînê de her wiha girîngiya parastina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin û li ser encamên şer li ser rewşa mirovî û aborî ya herêmê nêrîn hatin parvekirin.


