CivakRojev

Nêçîrvan Barzanî: Tewanbar dê bigehe cezayê xwe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna herdu mamosteyên zanîngehê Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan bû, ku duh di bûyereke tawankarî de canê xwe ji dest dan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, îro çarşemê 29ê Hezîrana 2022yan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê beşdarî şîna herdu mamosteyên zanîngeha Selahedînê Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan bû, ku duh sêşemê di tawankariyekê de canê xwe ji dest dan.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Nêçîrvan Barzanî tevî pêşkêşkirina sersaxî û nîşandana hevsoziyê ligel malbat û kesûkar û mamoste û xwendekarên zanîngehê, hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin ruhê herduyan bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Daxuyaniyê destnîşan kir, Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike ku dadgeh û aliyên pêwendîdar hemû rêkarên yasayî dê pêk tînin û tawankar rûbirûyî sizaya xwe bibe.

Back to top button