Wezareta Pêşmerge da xûyakirin ku,, civîneke berfireh a Wezareta Pêşmerge, Hevpeymanan û Yekeyên 70 û 80 birêve çû.
Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di civîna serbazî ya Wezareta Pêşmerge, Yekeyên 70 û 80 yên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Grûpa Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî (MNAG) de, tekezî li ser berdewamkirina karên rêkxistina hemû hêzên Pêşmerge hat kirin, bi taybetî dirustkirina yekeya serbazî (firqe) ji bo bihêzkirina fermandarî û kontrolê di nav hêzên Pêşmerge de.
Hat eşkerekirin ku Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl bi amadebûna Serokerkan Îsa Uzêr, Sekreterê Giştî Bextiyar Mihemed Sidîq, Fermandarê Yekeya 80 Necat Elî, Fermandarê Yekeya 70 Mistefa Çawreş û bi beşdariya Grûpa Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî (MNAG) civiya.
Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, civîn di encama wan hewldanên giştgîr de bûye, ku di dema borî de, di bin ronahiya projeyasaya çaksaziya Wezareta Pêşmerge de ligel Serokatiya Herêmê û Serokatiya Encûmena Wezîran li ser wê rijd bûn, bi mebesta reforma serbazî û nûkirin û yekxistina hêzên cuda yên Pêşmerge bû bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî.
Herwiha tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku di civînê de ji bo bihêzkirina serkirdetî û kontrolê di nav hêzên Pêşmerge de, dirustkirina firqe û şêwaza pêkanîna mekanîzmayên dirust, gotûbêjên berfireh hatine kirin.