Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî kanlê Rûdaw û malbata şehîda medyakar û rojnamevan Şîfa Gerdî dike ku, li bereyên cenga dijî terorîstên DAÎŞê li eniya başûrê Mûsilê bi encama peqîna bombeyekê cane xwe ji dest da.Ev li jêr teksta peyama sewrokwezîr:Birêzan Tora Medyayî ya RûdawêMalbata birêz ya rojnamevan Şîfa GerdîBi xem û kovaneke gelek mezin, nûçeya şehêdbûna keça bêjer û rojnamevana diyar û jêhatî ya Tora Medyayî ya Rûdawê xatûn Şîfa Gerdî me bihîst ku, îro di dema encamda erka rojnamevanî de li bereyên cenga rûbirûbûna terorîstên DAÎŞ li Mûsilê ji encama peqîna bombeyek vedayî ya terorîstan canê xwe ji dest da û şehîd bû û kak Yunis ê kamereman ku bi wê re bû birîndar bû.Şehîda rojnamevan Şîfa Gerdî ku, ji malbateke pêşmerge û dilsozê Kurdistanê û li koçberiyê jidayk bûye, hêmaya pêge û rola jinê li Kurdistanê, mînaka jineke jîr, qurbanîder, azad û aza û serkeftî bû, xweştivî û ciyê hûrmeta bîneran bû, ji bona gihandina peyamekê ku peyama dilsoziyê ji bo erka wê bû, biwêrane şehîd bû, em bi bawer in ku hevkarên wê dê li ser gihandina peyama wê berdewam bin û ew dê hertim yada wê bi zîndî bihêlin, gelek ji keç û jinên din yên Kurdistanê jî li ser rêya wê bi azayetî û dilsozî û xweşewîstî bo kar û erka wê û heza berdewam ji bo pêşkeftin û serkeftinê girne ber xwe.Sersaxî, hevsozî û hevxemiya xwe bi malbat, kesûkar û hevkarên wê li Tora Medyayî ya Rûdawê re parve dikin, ji Xwedayê mezin dixwazin wê bi beheştê şad bike, daxwaza çakbûnê ji bo kak Yunisê kamereman dixwazîn.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistasnê25.02.2017