Cîhan

Dixwazin partiyên rojhilatê Kurdistanê ji başûr derxin

Grûpa Nûrî Malikî, serokwezîrê berê yê Îraqê, ji bona derxistina partiyên rojhilata Kurdistanê ji Îraqê, li parlamentoya Îraqê reşnivîsa qanûnekê made dikin û eger ew reşnivîs li parlamentoya Îraqê bibe qanûn û dengên pêwîst bi dest bixe hinge dê hikûmeta Îraqê bi alîkariya Îranê zixtê li berpirsên başûrê Kurdistanê bikin daku partiyên Rojhilata Kurdistanê ji başûr derkin.Dewleta Qanûnê ku Nûrî Malikî serowkezîrê berê yî Îraqê seroaktiya wê dike û têkeliyên gelek xurt digel Îranê hene, bi her awayî lêdixebite ku ew reşnivîs li Parlamentoyê bikeve dengdanî û bibe qanûn.Berpirsên partiyên rojhilatê Kurdistanê jî vê hewila qrûpa Nûrî Malîkî û Heşda Şabî bi pîlaneke siyasî bi navdikin û dibêjin ew pîlan ji aliyê Îranê ve hatiye amadekirin. Grûpa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamnetoya Îraqê her zû helwesta xwe ragehand ku ew li dijî qanûneke bi vî awayî ne.Lê gelo dê helwesta Tevgera Goran, hevalbenda dewleta Qanûnê, Nûrî Malikî, li parlamentoya Îraqê dê çi be.

Back to top button