Civak

Rojnemevana Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû

Di dema bûyerên şerê Musilê de, encama teqinek bombeyekî rojnemavana Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû. Wenegirê Şîfayê kamereman Yunis Mistefa jî birîndar bû.Şîfa gelek cara di qada şer de bi çalakiyêk hêja ji bû nûçeyan ji cihê bûyerê ragihîne jiyana xwe dêxist di xeterê de û karê xwe yê rojnemavanî pêkdianiya.Şîfa nimuneyek ya fedekariya Rojnemevanî bû. Em wek karmendên Rojevakurd serxweşîya malbata Şîfa, dost û hevalên Şîfa û ji malbata Tora Medya ya Rûdawê dikin.  Bi hemû awayî şirîkatiya xema karmendên Rûdawê dikin.RojevakurdDaxûyaniya Rûdawê:Îro roja Şemiyê 25.02.2017 mixabin di dema rûmala bûyerên şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana jêhatî ya Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegirê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bû.Rêvebera Output a Rûdawê Şîfa Gerdî li wê navçeyê şehîd bû ku berî çend rojan li rexê rastê yê Mûsilê hatibû kontrolkirin û li wir bombeyeke vedayî ya DAIŞê pê de teqiya.Şîfa Gerdî yek ji kadroyên herî çalak û jêhatî yên Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Ji destpêka damezrandina televizyona Rûdawê ve, stêrkeke diyar a ekrana Rûdawê û medyaya kurdî bû.Herwiha rêvebereke çalak û xwedî bandor a Tora Medyayî ya Rûdawê bû.Di destpêka operasyona Mûsilê de, bernameyeke taybet bi navê “Focus Mûsil” pêşkêş dikir û bi awayekî meydanî wek rojnamevaneke cengê li eniyên şer amade dibû û zanyarî ji eniyên şer vediguhastin.Şehîdbûna Şîfa Gerdî xemeke mezin gihand Tora Medyayî ya Rûdawê û rojnamevanên Kurdistanê û cihê wê nayê tijekirin.Em bi navê Tora Medyayî ya Rûdawê xemgînî û sersaxiya xwe û hemû karmendên Rûdawê û kesûkarên Şîfa Gerdî û tevahiya rojnamevanên Kurdistanê dikin.Tora Medyayî ya Rûdawê25.02.2017    

Back to top button