Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li bajarê Duhokê îro roja pêncşemiyê 14ê tebaxa 2014ê, digel Hazim mîr Tehsîn-beg kurê mîrê mezinê êzidiyên cîhanê, Babe Şêx mezine şêxê êzidiyan û hijmareke kesatiyên olî û civakî yên êzidiyên Şingalê û deverên din yên êzidiyan civiya.
Di civînê de her yek ji wezîrê darayî û aborî, wezîrê pilandananê û waliyê Duhokê amade bûn, serokwezîr got ku, wî dixwest di rewşeke baştir de wan bibîne û ew dilrehet kirin ku, Kurdistan dê bi ser terorîstan de serbikeve, lê ew birînna ji encamê zehmetiyên xelkê Şingalê û deverê dirust bûye, bi taybetî revandina xwîşkên me yên êzidî ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve xemeke gelek giran e û birîneke dê hertim vekirî bimîne.
Serokwezîr got ku, tevî dijwarîya erdnîgarî û dûriya devera Şingalê ku, ji sînorên herêma Kurdistanê hatiye dabirîn, nehevsengî jî navbera çek û çebilxana pêşmerge û terorîstan de hebû, lê kêmasî jî hebûn û dê lêpirsîn digel yên ku, xemasrî kirine bê kirin. Barzanî hemû dilrehet kirin ku, serketin bi rêve ye û hemû xwîşk û birayên me yên êzidî dê bi serbilindî û serferazî vegerin bo ser mal û milên xwe.
Şandeya êzidiyan sipasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê û wîlayeta Duhokê kir ku, di hewara lêqewmiyan çûn û daxwaz kir ku, kampaniyayeke navdewletî ji bo hevkarîkirina pêşmerge bê kirin dakum devera Şingalê azad bikin. Herwesa, şandeya êzidiyan daxwaza herêmekê ku, ji aliyê navdewletî ve bê parastin kir. Serokwezîrê herêma Kurdistanê jî piştevaniya xwe bo daxwazên şandeya êzidiyan diyar kir.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku, ji bo her malbateke êzdiyên Şingalê pereyek bê dan û ji bona pêkanîna vê biryarê jî daxwaz kir komîteyek bê avakirin. Barzanî got ku, hikûmeta dê bi hemû rêyan lêbixebite ku, yaku bi ser êzdiyan hatiye li ser astê navdewletî weke jênosîda bê naskirin.