Polîtîk

SHK bi awayeke fermî ji YE daxwaza alîkariyê kir

Li ser fermana birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Fuad Husîn Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê nameyekî fermî pêşkêşî civîna Wezîrên Derveyê Yekîtiya Ewrupa kir ku biryare roja înê rêkefta 15/08/2014 li Bruksela paytexta Belçîka bê sazkirin.

Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand li wê nameya fermiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ku xistine ber civîna Wezîrên Derveyê welatên Yekîtiya Ewrupa bi mebesta parêzgerîkirina axa Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna çekdarên terorîstiya Da’îş daxwaza hevkariya serbazî hatiye kirin. Her wiha vegerandina aramî û pejirandina tenahiyê ji bo hemwelatiyan li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê û cihên din.

Serokê Dîwan eve jî rûnkir ku daxwazekî din ku li rêya wê nameya fermiya Serokayetiya Herêmê xistine ber kombûnê, bi navê Hikumet û gelê Kurdistanê daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewrupa hatiye kirin ji bo şandina hevkariya mirovî ya pêwîst ji bo lêqewimiyan û koçberên ku niha rewşeke gelek dijwarê mirovî da dijîn û rojane jî hejmara wan li zêdebûnê daye bi taybetî Kurdên Êzîdî yên li navçeyên Şengal û dewrûberê wê û koçberên Mesîhî yên navçeyên parêzgeha Nînowa û hemwelatiyên Şebek û beşek ji runiştvanên parêzgeha Musil.

Serokê Dîwan eve jî rûnkir ku hejmarek ji welatên Yekîtiya Ewrupa destpêkirine hevkariya mirovî û serbazî dişînin, lê belê li ser asta Yekîtiya Ewrupa tê çaverê kirin ku li kombûna roja înê biryarê li ser şandina alîkariyên zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê bê dayîn. 

 

Back to top button