Polîtîk

Nûnerê Papa:Pêşmerge li Ewrûpa bûye sembolê xweragiriyê

Îro pênçşem 14.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cardinal Fernando Filoni Nûnerê Papayê Pîrozê Vatîkan û şandekî li gel kir ku ji hejmarek metran û zilamên olî ya Mesîhî li Kurdistan û Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Nûnerê Papayê Pîrozê Vatîkan ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û nameya taybetî ya Papayê Pîroz pêşkêşî Serok Barzanî kir. Nûnerê Papayê Pîrozê Vatîkanê li axaftina xwe de spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku wan hemû lêqewimiyan û koçberan himbêz kirine û balkişand li ser wê xebat û xweragirî û wan karesatan ku li ser gelê Kurd da hatine û li gel ewe jî gelê Kurd herdem biha û resenayetiya xwe ya pêkvejiyanê û lêborînê parastiye û balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan bi wê yekê hatiye nasîn ku hemû netewe û olan li xwe girtiye û ev perçe axa ku hemû cûdahiyek li xwe digre ji bo me gelek bi nirxe û pêwîste hemû dinya nas bike. 

Nûnerê Papayê Pîrozê Vatîkanê li dirêjahiya axaftina xwe da spasiya rola Pêşmergeyan kir û balkişand li ser wê yekê ku niha Pêşmerge li Ewrûpa bûye sembolê xweragirî û şerkirina li ser heq û tekez jî li wê yekê kir ku komdengiyekî gelek baş li nav welatên Ewrûpayî da dirust bûye ku divê li hemû rûyek ve palpiştê Kurdistanê bin.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Nûnerê Papayê Pîrozê Vatîkan û şanda li gel kir û spasiya nameya Papayê Pîroz kir û ragihand ku nameya Papayê Pîroz nîşana eweye ku Kurdistan piştevanekî xwe yê bi hêz heye. Di derbarê tehdîdên terorîstan de Serok Barzanî ji bo şanda mîhvan eve xisterû ku Kurdistan li şûna hemû cîhanê li dijî dewletekî terorîstî da şer dike. Dewletek ku dijî hemû netewe û olan û dijî jiyanê ye. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku heta dawiya henaseyê li dijî terorîstan dicengîn û xuşk û birayên Mesîhî û Êzîdî û hemû pêkhatan diparêzîn û daxwaz jî li xuşk û birayên Mesîhiyan kir ku hizra koçkirin û bi cîh hiştina welatê xwe nekin û li gel hevdû Kurdistanê diparêzîn, yan em hemû bi serbestî û azadiyê de dijîn yan pêkve dimirîn.

Serok Barzanî spasî hevkarî û yarmetîdana welatên dostê Kurdistanê kir û ragihand ku em ketine helwesta êrîşbirina ser terorîstan û şerefekî mezine jî ku pêkhat bêne parastin lê belê li gel ewe jî teror diyardeyekî cîhaniye ji bo wê yekê hewlekî cîhanî jî ji bo têkşikandina wan pêwîste. Serok Barzanî eve jî xiste rû ku li serkeftina xwe bawerîn û renge gelek li ruyê serbazî ve jî tûşî şikest bê lê belê nabê îradeya bişkê û pêwîste îradeya mayînê hebê.

Serok Barzanî li dawiya hevdîtinê de silav û rêzên xwe yên taybetî ji bo Papayê Pîroz nîşan da û daxwaz kir Papayê Pîroz, du’a ji bo xelkê Kurdistanê bike û ji wê yekê jî bawer be ku em xuşk û birayên xwe yên bi hemû pêkhatan ve Kurdistanê diparêzîn.

Back to top button