CivakRojev

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li hunermendê Kurd Şehramê Nazirî kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 18.05.2022 ê, pêşwaziya hunermendê navdarê Kurd Mamosta Şehramê Nazirî kir. Hunermendê Kurd ev demeke bi serdan li Herêma Kurdistanê ye û roja duşemê 16.05.2022 ji aliyê Wezareta Rewşebîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, di merasimeka rêzlênanê da, bi madaltiya Zêrîn hater xelat kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ya bi hevdîtina Mamosta Nazirî, dîrok, xizmet û kar û berhemên hunerî yên hunermend Nazirî bilind nirxandin û got ku pêgeh û navdariya Mamosta Nazirî li ser asta cîhanê û deverê û ew xelatên navdewletî yên bi dest xistîn ji bo hemû Kurdan û xelkê Kurdistanê bi giştî cîhê şanaziyê ye. Serok Nêçîrvan Barzanî got ku ew amadeye bi her awayî piştevaniya Mamosta Nazirî bike û temeneke dirêj, tendirustiyeke baş û serkeftinê jê ra xwest.

Mamosta Şehramê Nazirî spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û ew xelatkirin û qedirgirtina li Herêma Kurdistanê ji bo wî hatiye kirin kir û got ku xelatkirin û qedirgirtina wî li Herêma Kurdistan ji bo wî ji hemû wan rêzlênan û xelatên navdewletî yên li ser asta cîhanê wergîrtine watedartir û bihadartirin û zêdetir şanaziyê pê dike û bi serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina digel Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da.

Di vê dîdarê da, birêz Wezîrê Rewşenbîriyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê wî amade bûn.

Back to top button