![](/wp-content/uploads/2022/05/wezira-dad-a-Hollanda.webp)
Wezîra Dad a Holanda Dîlan Yeşîlgoz Zegerius geheşt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Dad a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Firset Ehmed ve pêşwazî lê hate kirin.
Roja 18.05.2022yê li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê Wezîrê Dad a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Dad a Holandayê Dîlan Yeşîlgoz Zegerius ki. Biryare Wezîra Dad a Holandayê ya kurd li gel berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive û çend pirsên giring ên ji bo herdu aliyan bê gotûbêj kirin.
Ev duyem care wezîrên hikûmeta Holandayê serdana Herêma Kurdistanê dikin, berî naha jî di dawiya nîsan a borî de wezîrê bazirganiya derve ya Holandayê serdana Hewlêrê kiribû û ji aliyê pêwendîdar ên herêmê ve pêşwazî lê hatibû kirin û ji bo pêşxistina pêwendiyên bazirganî yên di navbera herdu aliyan de hatibûn gotûbêj kirin.