CîhanRojev

Swed û Finlandiya ji bo endametiya NATO yê serlêdana fermî kirin

Swed û Finlandiya ji bo bibin endamê NATO yê bi fermî daxwaznameya xwe ya endametiyê gihandin sekreterê Giştê yê NATO yê.

Piştî şerê Rusya û Ukranya destpêkirî, Swed û Finlandiya ji bo parastina welatê xwe behsa endametiya NATOyê kirin. Serokê Rusyayê Putin herdu welat jî bi awayekî tehdît kirin ku nebin endamê NATO yê. Rusya endametiya van herdu welatan ji bo NATOyê li ser ewlehiya Rusyayê wek tehdîdekî dibîne.

Finlandiya ve İsveç üyelik için resmen NATO'ya başvurdu
Swed,Finlandiya NATO

Swed û Finlandiya bi rêya balyozên xwe yên taybet nameyên xwe radestê sekreterê NATO yê Stoltenberg kirin û piştre Stoltenberg daxûyaniyek da rojnemevana û da xûyakirin ku, her welatek mafê xwe heye rêya li ser here hilbijêre û serlêdana herdu welatan bi keyfxweşî pêşwazî kir.  Stoltenberg daxûyakirin ku, dê Swed û Finlandiya ewlehiya NATO yê bi hêztir bikin û got: Ew serlêdana we îro kirî gavek dîrokiye.Niha hevpeyman hemû dê rêya diçe NATO yê binirxînin. Divê me haj ji hemû şikin mutefikên xwe hebe. Em bi hûrgûlî li ser hemû tiştekî disekinin û biryarek bi lez didin.

Wek tê zanin di nava NATOyê de 30 welatên hevpeyman cih digrin. Ji bo welatek bibe endamê NATO dive her welat bêje ERÊ. Eger welatek jî muxalif be. Dive bê iknakirin û pêvajo gelekî dirêj dibe. Niha Tirkiye  li dijê endametiya herdu welatan derdikeve û serokkomarê Tirkiye Erdogan di vê derbarê de helwesta xwe diyar kir. Swed û Finlandiya dixwazin ji bo Tirkiye ikna bikin heyeta rêkin Tirkiye. Lê Erdoga daxûyaniyekî de got:“ bila xwe newstînin“.

Tirkiye dibêje ku van herdu welatan “terorist“ himaye kirine û tu cara tu “ terorist“ radestî Tirkiye nekirine.

Heman roja Erdogan ev daxûyani dayî, caddeyek sereke ya paytextê Swed Stockholmê PKKê ala PKKê hilawêst.

Back to top button