Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Yêkîtiya Ewrûpa li Iraqê kir

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahî û derbirîna piştgîriyê li erkê Balyozê nû yê Yêkîtiya Ewrûpa li Iraqê, daxwaz kir ku Herêma Kurdistanê li her hevkarî û yarmetîdanekî Yêkîtiya Ewrûpa ya ji bo Iraqê sûdmend bê û li proseya çaksaziya damezraweyên dewletê da, yarmetiya Iraq û Herêma Kurdistanê bê dayîn.

Li hevdîtina ku li gel birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ku birêz Vincent Guillaume Poupeau Berpirsê Nivîsîngeha Yêkîtiya Ewrûpa li Hewlêr amade bû, birêz Martin Huth Balyozê nû yê Yêkîtiya Ewrûpa li Iraqê, xweşhaliya xwe bi pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê derbirî û bi kurtî jî di derbarê programa Yêkîtiya Ewrûpa ya ji bo piştgirîkirina Herêma Kurdistan û Iraqê bi taybetî li warê çaksazî û berev pêşvebirina damezraweyan û rûbirûbûna metirsiyên serhildana terorê da pêşkêş kir.

Li hevdîtina ku îro sêşem 15/10/2019 li Hewlêr, peywendiyên Hewlêr – Bexda û hevkarî û hemahengiya emnî ya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya Iraqê, handana veberhênana navxweyî û biyanî li Herêma Kurdistan û Iraqê, pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û xwepêşandanên li Bexda û parêzgehên din, pêşhatên Sûriye û operasyonên serbaziyên Rojhilata Firatê û karvedanên wê yên li ser asayîş û aramiya navçeyê, metirsiya serhildana terorê û çawayiya rûbirûbûna wê û rewşa navçeyê bi giştî guftûgo kirin.

Back to top button