Hevpeyvîn

Amerîkayê sozên xwe bicih neanîn

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî ragihand ku Tirkiye ev 8 sal in dixwaze bikeve Rojava û ev nêzikî salekê ye jî bo vê êrişa niha amdekariyan dike. Kobanî derbarê peywendiya telefonî ya li gel Trump jî got ku daxwaz ji wî hat û wan jî ji wî re xwestekên xwe veguhastine. Kobanî  got ku Amerîkayê sozên xwe bicih neanîn.

Mazlûm Kobanî herwiha û eger Amerîka van êrişan ranewestîne ew dê vê helwesta Amerîkayê li hemberî gelê Kurd weke xiyanet pênase bikin û derbarê rêkeftina li gel hikûmeta Sûriyê jî got ku ev tenê di warê leşkerî de ye û ji bo sekinandina êrişên Tirkiyê ye.

Derbarê rewşa şer de jî fermandarê HSDê got ku şerekî dijwar birêve diçe û aşkere kir ku heta niha 250 şervanên HSDê û 205 sivîlan di êrişên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê, berxedana HSDê li hemberî wan êrişan, rêkeftina li gel hikûmeta Sûriyê, peywendiya telefonî ya li gel Trump û dawîn pêşhatan de ji kenaleke nêzikî PKKê re axivî.

General Mazlûm Kobanî derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê got ku Tirkiye ev 8 sal in armanc dikir ku bikeve nav Rojavayê Kurdistanê û ragihand ku ev êrişeke mezin û diyar kir bi dirêjahiya 150 kîlometreyan artêşa Tirkiyê li gle grûpên çekdar ketiye nav axa Rojava.

Mazlûm Kobanî amaje bi wê kir ku destpêkê Serê Kaniyê û Girê Spî bûn armanca êrişên Tirkiyê û diyar kir wan hêzên xwe ji Grî Spî vekişandin û ragihand, “Heta niha berxwedaneke dirokî tê dayîn. Ev şer wê dewam bike. Dewleta Tirk hemû hêza xwe tang, top,  balafirên şer û keşfê tevlî vî şerî bû. Bi sedhezaran çeteyên ji Idlib, Efrîn, Ezaz û herêmên din anîne li dijî me didin şerkirin. Dewleta Tirk çeteyên ku berê li Reqa, Dêrazor û herêmên din şer kirine niha li dijî me dide şerkirin. Li hemberî hemû êrîşên hovane yên Tirkiyê şervanên me yên ji hemû pêkhateyên cuda (Kurd, Ereb, Suryan, Ermen)berxwedanek bêhempa didin. Piştî berxwedanekî mezin hêzên me xwe ji Girê Spî paşde kişandin. Lê niha li Serêkaniyê berxwedanek dirokî tê meşandin. Beşek biçûk ya bajêr artêşa Tirk ketiyê, lê ji bo paqijkirina tevahî bajar ji artêşa Tirk şerek xurt tê meşandin. Hedefa Tirkiyê ew e ku bajar tevahî dorpêç û dagir bike. Di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de tu mesafe tuneye. Dewleta Tirk li bajarên Tirkiyê jî bi hemû hêza xwe bi çekên giran û balafiran li bajar dixin. Dewleta Tirk heya niha nekarî wekî ku dixwazin pêşde biçin. Tevî ewqas êrişan jî şervanên me berxwedaneke ewsaneyî didin meşandin.”

Mazlum Kobanî herwiha got ku ev şer dê bi hêsanî bi dawî neyê û diyar kir, “Herêmên navbera Serêkaniyê, Girê Spî, dîsan rojavayê Girê Spî piraniya van herêman çol in. Dewleta Tirk bi tang û topan li hinek deverên vir pêşketiye. Hinek cihan de nêzî rêya duwelî bûye. Lê wekî ew dibêjin nîne. Ragihandina dewleta Tirk pir derewan dike. Herêm hemû nexistiye bin destê xwe. Hinek cihan şervanên me û  ew pêşberî hev şer dikin. Pir cihên ku ew dibêjin me dagirkirine di destê me de ne. Li van deran şerên pir giran tên meşandin. Berxwedanek pir xurt tê dayîn. Wê bi hêsanî ev şer neqede û em ê deverên xwe nedin. Du sê caran êrîşî rêya duelî kirin da ku bigirin. Lê her carî êrêşên wan hatin şkandin û derbên giran xwarin. Niha jî dixwazin rêya di navbera Serêkaniyê, Girê Spî û rêya duelî de dagir bikin. Lê li hemû aliyan hêzên me bersivên xurt didin wan.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha diyar kir ku Tirkiye li gel grûpên çekdar amadekariyan dike ji aliyê rojhilatê Girê Spî ve êrişî Kobaniyê bike û ragihand ku wan li Minbicê jî derbên giran li grûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve dan û êrişên wan şikandin. Kobanî hejmara şervanên HSDê ku canê xwe ji dest dane jî got, “Di nava vî şerî de heta niha 250 hevalên me bi qehremanî şer kirine û şehîd ketine. Piraniya hevalên me bi êrîşên balafiran şehîd ketine û birîndar bûne. Di nava van êrîşan de yên herî zêde ziyan ditîn kesên sivîl bûn. Komkujî li ser gelê sivîl pêk hat. Li Serêkaniyê li herêmên din komkujî çêbûn. Heya niha ji ber van êrîşan 205 kesên me yên sivîl ku Kurd, Ereb, Suryan di nav de ku piraniya wan jin û zarok şehîd ketine. Nêzîkî 300 kes jî birîndar bûne. Dewleta Tirk a dagirker bêyî ku cudabûnê bike nava sivîl û hêzên leşkerî de, êrîş dike. Bi komkujiyan dixwaze encaman bigire. Hedefa wan jî ew e xakê vala bike û li şûna wan hinek kesên li gorî xwe bixe şûna niştecihên herêmê.”

Herwiha li ser helwesta Amerîkayê jî Mazlûm Kobanî got ku Amerîkayê ew sozên ku dabûn bicih nekirin û balkişand ser wê mekanîzmaya emnî ya ji bo navçeya aram û diyar kir ku ew mekanîzma ketibû warê cîbicîkirinê lêbelê Tirkiyê ji nişka ve biryara xwe guhert û êriş kir. Mazlûm Kobanî got, “Li hemberî vê helwesta Amerika lawaz bû û bi pabendiyên xwe ranebû. Li aliyê din hevalbendê xwe yê ku ev bi salane pêk ve li dijî DAIŞ’ê şer dikin ne parast. Sozên ku berê dayî ku wê herêmê, gelê Kurd, gelên herêmê biparêzin ji bo ku komkujî çênebin, ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê dewam bike û karên ku hev beş bihata kirin, pêk neanî. Me bi awayekî vekirî ji hemû yan re got. Ew jî vê kêmasiya xwe dipejirînin. Yên ku bi me re kar dikin vê yekê qebul dikin û nikarin înkar bikin.”

Fermandarê HSDê her wiha got ku Amerîkayê ji bo ku berjewendiyên wê yên Tirkiyê re têk neçin, endamtiya Tirkiyê ya NATOyê nekeve xetereyê, niha ew deverên ku şer lê tê kirin hatin feda kirin û ew baweriya li hemberî xwe da şikandin û got, “Eger van şeran nedin sekinandin, sozên ku niha didin pêk neynin, em ê wekî xiyanet pênase bikin. Ev xiyanet li gelê Kurd, hêzên me û gelê herêmê hatiye kirin, bê ditin. Me ev bi vekirî ji her kesê re gotiye.”

General Kobanî herwiha got, “Me berî jî ji her kesê re gotibû, eger êrîşek li dijî hêzên me û herêmên me pêk were, wê parastina DAIŞê bikeve pêngava duyemin û sêyemin. Ev wisan jî çêbû. Di rewşa niha de hedefa me ya yekemin ew e ku em gelê xwe û herêmên xwe biparêzin. Dagirkeriyê rawestinin û carek din wan ji xaka xwe bi avêjin. Bê guman DAIŞ xeteriyek cidî ye, li ser tevahî gelê me û mirovahiyê. Lê belê niha ji ber êrêşên Tirkiyê parastina DAIŞ’ê ne di nav bijarteyên me yên bingehin û yekem de ye.”

Mazlûm Kobanî herwiha got ku hevkariya wan a li gel Amerîkayê di warê pratîkî de berdewam dike û got, “Amerîkayê jî hîn ranegihandiye ku hevhatina xwe bi HSDê re xilas kirine. Niha di destê me de nêzî 12 hezar girtiyên DAIŞê û malbatên wan hene. Hîn xeteriya DAIŞê dewam dike. Ev mijarên ku li ser were sekinandin û çareserkirin. Amerika dixwaze li hevhatina li dijî DAIŞê dewam bike. Lê ji bo me parastina gelê me mijara herî sereke û hesas e. Me niha xebatên li dijî DAIŞê sekinandiye. Em di vê mijarê de bi tu karên pratikî re ranabin. Em niha li dijî DAIŞ’ê parastina xwe dikin. Em di zanin bi êrîşên Tirkiyê re çeteyên DAIŞê carek din har bûne. Gelek cihan teqîn pêk anîn. Êrîşî zindanan kirin, xwestin girtiyên xwe xelas bikin. DAIŞê daxuyanî da ku wê têkoşîna xwe xurttir bikin.Yek ji armanca dewleta Tirk ew e ku DAIŞ carek din xurt bibe. Em ê li dijî DAIŞê sazî û gelê xwe bi parêzin. Niha gelek kes behsa girtiyan dikin, dibêjin wê dewleta Tirk an jî rejîma Sûrî werin vê herêmê birêve bibin. Ev ne gengaze ku em bi pejirînin. Pêşeroja DAIŞiyan em dê diyar bikin. Me ew girtine, li gel me ne. Tu kes wê biryara wê nedin, em ê bidin. Ger dewletên em behsa wan dikin li vir biçin, wê tu biryarên me bihev re nemîne. Ev girtiyên di destê me de hêza me têre dike yan têrê nake, ev girêdayî me ye. Em ê biryara wê bidin. Me berî çend caran ji her kesê re gotiye. Em ê niha biryarên xwe pêk bînin. Di vî alî de pêwistiya me bi tu alikariyê nîne. Ji ber ji bo me ne mijarekî bingehîn e. Lê em jî dizanin ku ev xeteriyeke li ser tevahiya cihanê.”

Derbarê peywendiya telefonî ya li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, Mazlûm Kobanî got ku Trump li wî geriyaye û daxwaz kiriye ku bi wî re biaxive û got ku di dema pêkhatine wê peywendiyê de cîgir û gelek senatorên din jî amade bûn. Kobanî ragihand ku naveroka hevîdtinê jî rewşa heyî bû û diyar kir, “Xwestin bêjin ka em dikarin çi bikin. Me carek din xwestekên xwe ji bo wan gotin. Em niha bi rejîma Suriyê re li dijî artêşa Tirkiyê xebatek hevbeş dimeşînin. Rusya jî alikariya rejîma Suriyê dike. Amerikayê di hevditinê de got “em ne li dijî ne ku hûn bi rejîma Sûri û Rusyayê re parastina xaka xwe bikin. Em piştgiriya vê biryarê didin.” Yek ji wan biryarên ku me girtî ew bû. Xalekî bingehîn ku me ji wan re got ‘divê hûn vî şerî bidin sekinandin. Ji ber we hêza xwe ji herêmê kêşa ev şer çêbû. We soza dabû ku gelê Kurd  were parastin’, şerê DAIŞê carek din bi bandor nebe, ji bo aramiya Suriyê xera nebe me ji wan xwest ku soza xwe pêk bînin. Bi taybetî jî li Serêkaniyê û Girê Spî şerekî giran tê meşandin. Dîsan  Kobanê û bajarên me yên Rojava niha di xeteriyê de ne. Me ji wana re got divê ev herêmên ku li dijî DAIŞê şer lê hatine meşandin werin parastin. Di vî milî de soz dan ku bi Erdogan re bi axivin û cezayê xwe li hemberî Tirkiyê girantir bike da ku ev şer were sekinandin. Herî dawî me jî ji wan re da xuyakirin ku tifaqa me bi hev re kirî we gav jê paşde avêtiye. Em amade ne, eger ku hûn vî şerî bisekinînin û pêşiya êrîşên Tirkiyê bigirin, em disan dikarin li gorî şertên nû bi hev re karê xwe dewam bikin.”

General Mazlûm Kobanî derbarê rêkeftina li gel rejîma Sûriyê ya bi navbeynakriya Rûsyayê û herwiha naveroka wê rêkeftinê de diyar kir ku ev gaveke ji neçarî bû û ji bo ku pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bigirin wan ev rêkeftin û tifaq kiriye û hevtêgihiştinek di navbera wan de çêbûye. Mazlûm Kobanî got, “Aliyê Rusya jî tê de hebû û em dikarin bêjin civîna me sê alî çêbû. Yanî em bûn, rayêdarên dewleta Sûriyê bûn, fermandarên Rusya yên ku li Suriyê bûn. Heta niha axiftineke siyasî nîne. Ev mijareke leşkerî ye.”Fermandarê HSDê herwiha got ku ji xeta sînor heta rêya navdewletî ku Tirkiye dibêje ew dê kontrol bike, wan qebûl kir ku artêşa Sûriyê bikeve wan herêman û li gel HSDê li dijî Artêşa Tirkiyê raweste û nehêlin artêşa Tirk eniya şer berreih bike û pêş bikeve. Mazlûm Kobanî herwiha got, “Niha em di şer de ne. Divê karê me yê yekem sekinandina dagirkeriya dewleta Tirkiyê ye, ew jî leşkerên Sûriyê jî bi me re bin karekê xirab nîne. Di vê çerçoveyê de heta niha me qabûl kir ku hêzên dewleta Sûriyê bikevên Minbicê û sînorên me. Tirkan dîsa ev cihên ku Serêkaniyê xeterî heye, ji ber Tirk dixwazin wê derê de dagirkeriyê berfireh bikin, navenda Serêkaniyê, Dirbêsiyê heta Til Temirê, rêya duweliye. Me niha qabûl kir ku werin bikevin vê herêmê, di vê herêmê de li gel hêzên me bisekinin. Ji bo ku bikaribin li ser navê hikumeta Sûriyê dikare vê herêmê biparêzin.”General Mzlûm Kobanî herwiha got ku Rûsya garantora rêkeftina wan a li gel hikûmeta Sûriyê ye û diyar kir Rûsya ku alîgira rejîmê ye dikare êrişên Tirkiyê rawestîne.

Mazlûm Kobanî got ku ne wisa ye ku tê gotin dever radestî rejîmê hatiye kirin û diyar kir, “Rewşeke awarte heye dewleta Tirk êrîş kiriye, bi hevdure biryar daye ku bi hevre hêza leşkerî, Hêzên Sûriyê Demokratîk û artêşa Sûriyê bi hev re karibin xebatekê dijî vê bikin. Ji bo ev dagirkerî fireh nebe. Lê belê mûmkine ev bibe bingehek ji bo em bikarin lihevhatineke ya dem dirêj çêbikin. Gelê me gerek di vir de şiyar be, neyê provokasyonan.  Pêwîste xelkê me heta dawî destkeftiyên xwe biparêze. Ji derveyî tiştên ku lihevkirin çêbûye, divê em tiştek din qebûl nekin. Her tiştek wê di hundirê danûstandin û hevdîtinan de çêbibe, wê bi biryar were çêkirin.”

-Birêz Ebdî, di seranserê cîhanê û her çar parçeyên Kurdistanê de îtifaq û yekîtiyeke neteweyî, peyameke bi vî awayî derket. Gelek alî, gelek neteweyên cuda û bi taybetî jî di her çar parçeyên Kurdistanê de yekîtiya Kurdan tê nîqaşkirin. Pêwîste Kurd yekîtiya xwe çêbikin. Di vê mijarê de wekî fermandarê QSD’ê peyama we çi ye? Ev êrîşa dewleta Tirk bû sedem ku, her kes, hemû gelê Kurd û dostên gelê Kurd bibin yek. Gelên niha li Ewrûpa û deverên din ên cîhanê deng didin berxwedana cenga Rojava û moralek mezin didin gelên vir. Wekî Kurdekî Rojava, wekî fermandarê QSD’ê hûn peyamek çawa didin ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd?

Li ser helwesta Kurdan û her çar perçûn Kurdistanê û herwiha Kurdên dîasporayê û karvedanên navdewletî li hember êrişên Tirkiyê, Kobanî got, “Eger îro tevahî cîhan aliyê me digire, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji ber ku hemû cîhan xwe li hemberî heza me û şervanên me deyndar dibînin. Her kes dixwaze deynê xwe bide. Ev jî encama berxwedana mezin a xelkên me û şervanan meşandî ye. Bi rastî xwedîderketineke mezin a li vê berxwedanê heye. Lêbelê ev helwestên ku heta niha hatine diyarkirin em bes nabînin, ji bo vê dagirkeriyê bisekinîne. Lihevhatina ku me bi rejîma Suriyê re kirî, hîna bicih nebûye. Rast e, hatine Minbic û Til Temirê, lê hîna di jor de neçûne. Lihevkirina me li ser esasê hatina wan a ser sînor e. Divê ji Til Temir heya sînor pêşiya vê dagirkeriyê bigirin. Pêwîste bên rojhilatê Kobanê, ber bi Girê Spî ve. Ev hîn pêk neanîne. Pêwîste em destpêkê bi hevdû re dagirkeriyê bisekinînin.”

Herwiha Mazlûm Kobanî diyar kir ku ev heyameke dirêj ji bo ku ev şer çênebe wan helwesteke gelek nerm girtin û gavên pratîkî avêtin lêbelê Tirkiyê êriş kir. Kobanî got, “Çi nermiya ku pêwîst kir me raber kir, me hêzên xwe ji sînor vekişandin, me hêzên xwe yên herêmî li wan deran bicih kirin. Amerîka bi xwe şahidê vê ye, heta dinya hemû şahidê vê ye. Lê derket holê ku ev hemû derew in, dewleta Tirk yek hedefa wê heye; ew jî Kurdan ji holê rake. Wekî Efrînê demografiya vê herêmê jî dixwaze bigûhere. Hedef tevahî gelê Kurd e û dostên Kurdan e, pêkhateyên ku dostaniyê bi Kurdan re dikin e. Ji bo vê jî, hêzên siyasî yên Kurd pêwîste tiştên biçûk, nakokiyên biçûk deynin rexekê, ji bo parastina vê axê, ji bo demografiya vê herêmê neyê guhertin, ji bo axa me li vir neyê dagirkirin pêwîste ew jî bên û tevlî vê berxwedanê bibin. Herî kêm pêwîste di aliyê siyasî de bibin yek. Çawa ku raya giştî ya cîhanê bûye yek, pêwîste raya siyasî ya Kurd jî bibe yek. Di vê pêvajoyê de kesên ku xwe dûrî vê bibînin, sedemên cuda cuda bibînin, ev wê çaxê nerast e, sibe dîrok wê wana efû neke.”

General Mazlûm Kobanî herwiha got ku hinek aliyan peywendiyên wan bi opozîsyona Sûriyê re hene diyar kir, “Em dizanin ku hinek hêzên me hene ku hina hinek têkiliyên xwe yên siyasî yên di pişt vê êrîşê de hene, îtilafa Suriyê, ew kesên ku dibêjin hukûmeta maket a Suriyê, kesên ku bi Tirkan re tên û axa me dagir dikin û vê hovitiyê pêk tînin, ku navê xwe fermî kirine Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, girêdayî meqet a Suriyê ye, ew jî hukûmeta îtilafê ye. Hinek hêzên me di nava vê îtilafê de ne. Ev tê wateya ku, beşeke ji vê ne. Em destpêkê ji wan dixwazin xwe ji wana cuda bikin, herî kêm helwesteke wan hebe. Diyar bikin ku ew ne bi vê re ne. Tenê têrê nake ku, tevlî civînan nebin, divê helwesteke xwe ya aşkere hebin li hemberî vê. Yan na sibe ew jî nikarin bibêjin em ne beşekî ji vê ne.”

Di dawiya gotinên xwe Mazlûm Kobanî bang Kurdan kir û ragihand, “Bangewaziya me ev e; her kes, Kurdek li ku derê dibe bila bibe, partiyeke siyasî li ku derê dibe bila bibe pêwîst e di vê mijarê de helwesta xwe aşkere bike. Çi nakokiyên wan hene, lê divê piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk re, ji şervanên YPG-YPJê re diyar bikin û li derdora berxwedana Serê Kaniyê, Kobanê û Girê Spî kom bibin.”

Back to top button