Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî li gel cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser dan bi xwe da girtin û zêdetir kirina hewlên ji bo pêkanîna aramiya li Iraq û navçeyê û nebûna Iraqê bi qada yek alîkirina kêşe û gengeşeyên hêzên Herêmî û navdewletiyan, kirin.

Êvariya roja 09/01/2020 li Hewlêr, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz David Schenker cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Nêzîk û şandekî li gel kir.

Li civînê de her dû alî aloziyan û pêşhatên dawî ya rewşa Iraq û navçeyê guftûgo kirin û tîşk xistin li ser peywendiyan û diyaloga Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan, metirsiyên serhildana terorê û çawayiya berengarbûna wan ya bi hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî.

Proseya siyasî ya li Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna kabîneya paşarojê ya Hikûmeta Federal, xwepêşandanan û daxwaziyên xwepêşanderên Iraqê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka û çend pirsekî dinê ku ji bo her dû aliyan girîngbûn, mijareke dinê vê civînê bûn.

Back to top button