Emerîkayê li dilê Îrana Ayetûllahîst xist û Q. Suleymanî kûşt…

 

 Qetîlê kurdan û însanên ereb û faris Qasim Suleymanî ji aliyê Emerîkayê de hat kûştin.  Kûştina wî li Îranê û li Iraqê û li hemû dinyayê di nav şîayan de înfîaleqe mezin çêkir. Îranê li hemberî Emerîkayê dest bi tehdîtên mezin kir. Lê Emerîkayê jî ji tona wan bilindtir bersîv da Îranê. Di nav bûyeran de Iraqê gelek aşkere diyar kir ku hevalbendên Îranê ye, loma jî di meclîsa Iraqê de biryar hat girtin ku leşkerên Emerîkayê ji Iraqê derkevin. Bersîva Emerîkayê jî ev bû ku ew dê ji Iraqê dernekevin.

Lê kurd û sûniyên ereb beşdarî civîna meclîsê nebûn û deng nedan ku  leşkerên Emerîkayê ji Iraqê derkeve.

Hîç şik tune ye ku gelek aliyên din yên vê rûdawê hene. Divê mirov piralî mijarê şirove bike.

Qerektera Qasim Suleymanî bi her awayî Îranê terîf dike. Loma heger Îran nas nebe, Qasim Suleymanî nayê nas kirin.

ÎRANA AYTÛLLAHAN OLÎGARŞIYEKE OLÎ YE…

Li Îranê dı sala 1979an de guhertina rejîmê pêk hat. Hemû gelên Îranê li bendê bûn ku piştî ku dîktatoriya Şah were rûxandin, rejîmeke demokratîk dê ava bibe. Lê wusa nebû. Piştî ku rejîma dîktatorî ya sekûler hat rûxandin, li ciyê wî rejîmeke olîgarşîk û totalîter ya olî ava bû.

Loma jî  li Îranê rejîm, nebû rejîma hemû gelên misilman jî. Bes bû rejîma şîayan. Lê dema ku her ku wext derbas bû, rejîm nebû rejîma hemû şîayan jî, rejîm bû olîgarşiya Ayetullahan û burokrasiya leşkerî û îstîxbaratê. Bi her awayî bû dijminên neteweyên li İranê. Mafên gelan nas nekir.

Îranê di destpêkê de Împeratoriya Îslamî ji bona xwe kir armanc. Lê pişt re derket holê ku ew Împeratoriya Şîayan dixwaze. Di nav şîayan de jî elîta Ayetûllahan bûn desthilatdar û dîktator.

Mazlûmên dema dîktatoriya Şah, bûn zalîm û desthilatdarên faşîst û olîgarşîk û totalîter. Dest avêtin jiyana hemû însanan ku jiyana hemû însanan kontrol bikin. Desthilatdariyeke hesinî çê kirin.

Ew kes û hêzên ku di rûxandina Dîktatoriya Şah de bibûn alîkar, di nav demeke kurt de hatin tasfiye kirin. Bi taybetî jî tasfiya kurdan bû armanca rejîmê.

Berpirsiyarên rejîmê jî, wek qerektera rejîmê hatin pejirandin. Dezgehên dewletê gor vê qerekterê ava bûn û desthilatdar bûn. Ew kes û dezgehên bûn berpirsiyar jî, mirovkûj û barbar bûn. Ji kûştina mirovan kêfxweş bûn.

Li Îranê salên bihûrî her roj 35 kes dihatin îdam kirin. Pasdaran û Parazvanên Şoreşê bi kêyfî însan kûştin û hîn jî dikûjin. Îdama kurdan bi taybetî dom dike.

Qasim Siuleymanî yek ji van kesê mirovkûj û bi her awayı kesekî desthilatdar bû.

ÎRAN DIJMINÊ EMERÎKAYÊ Û EWRÛPAYÊ Û SÎSTEMA SOSYALÎST Û DINYAYA ÎSLAMÎ YE…

Rejîma Îslamî û Dîktatoriya  Ayetûllahan ji bona ku xwediyê armanca Împeratoriya Îslamî bû, ji hemû dinyaya îslamî re bûn dijmin.

Rejîm  di hemandem de bû dijminê Emerîkayê û Ewrûpayê jî. Dijminitiya Îranê li dijî Emerîkayê tê fahm kirin, lewra Dîktatoriya Şah bi Emerîkayê re girêdayî bû. Lê dijminitiya wan ya Ewrûpayê nexwezayî bû. Xumeynî li Ewrûpayê jiyan kiribû.

Ayetullahan ji bona ku olîgarşiyeke îslamî ava kirin, loma jî bûn dijminê Yelkîtiya Sovyetan û Çînê jî.

Ew dijminitiya bû sedem ku bi hezaran leşkerên Emerîkayê bên kûştin.

Ev di hemandem de dihat wetaya îlankirina şerê siyasî û dîplomatîk û leşkerî li dinyayê. Ev yeka bi xwe li herêma Rojhilata Navîn û li dinyayê şer firoşî û fırehkirina hegemonyaya dewleta Îranê ye.

Di ev siyaseta Rejîma Ayetûllahan de Qasim Suleymanî xwediyê rolekî girîng bû.

QASIM SULEYMANÎ DIJMINÊ KURDAN BÛ…

Dema ku Ayetûllahan li Îranê bûn desthilatdar, gelên Îranê û kurdan bawer kir ku li Îranê demokrasiyeke plural dê ava bibe, Kurdistan, herêmên Ereban, Beluuciyan dê bibin otonom. Wusa nebû. Li Îranê maf û azadiyên însanan, mafên neteweyan û neteweya kurd bi her awayî hat perçiqandin.

Piştî dîktatoriya Şah hat rûxandin, kurd li Kurdistanê de facto desthilatdar bûn. Lê di dawiya  sala 1979an de Rejîma Ayetûllahan êrîşî Kurdistanê kir.

Wê demê kurd mecbûr bûn ku dest bi şerê pêşmergetî bikin. Hezar mixabin piştî demekê şerê pêşmergetî şikest xwar.

Partî û berpirsiyarên Rojhelata Kurdistanê çûn li Başûrê Kurdistanê cîwar bûn.

Li Başûrê Kurdistanê jî, bi biryara Qasim Sileyman qetlîam pêk hatin.

Dewleta Îranê bi destê Qasim Suleymanî, Li Rojhelata Kurdistanê qetlîam pêk anî. Li ser navê PKKê rêxistin ava kir. Piştgiriya PKKê kir. Li Başûrê Kurdistanê bi wesiteya YNKê li ser tevgera Kurdistanê desthilatdarî û bandor danî. Di îşgala Kerkukê de bi hêza Haşdî Şabî rolekî girîng lêhîst. Li Rojavayê Kurdistanê xirabî kir. Li Sûriyeyê bi tevayî ji bona ku Rejîma Baasê bijî qetlîam kir. Ew wek qesabê Helebê û Hamayê û Hûmûsê hat nas kirin. Li Bakûrê Kurdistanê jî plankarê Şerê Xendekan e. Ji bona ku pêşiya midaxeleya Dewleta Tirk li Sûriyeyê bigre, ev şerê xendekan organîze kir. Di van şeran de bi hezaran ciwanên Kurdistanê hatin kûştin.

ÎRANÊ DIJMINITIYA GELÊN LI ÎRANÊ Û MIXALEFETA HÛNDIR, BI DESTÊ QASIM SULEYMANÎ DIMEŞAND…

Wek min li jor jî diyar kir, Îran dijminê hemû gelên Îranê ye. Li Îranê maf û azAdiyên şexsî û kollektîf hatine xesip kirin.

Îran îcaze nade ku mixelefeta neteweyên bindest, mixalefeta demokrat û lîberal û heta yên îslamî ku ne hevalên Ayetûllahan e, jiyana xwe bidomîne.

Loma jî gelên Îranê ji bona ku daxwazên xwe bînin ser zimên serildana sivîl pêk anîn. Hezar mixabin her sê serhildanên sivîl jî hatin şikandin. Bİ hezaran kes hate kûştin.

Hêzên ku Qasim Suleymanî jê re serokatî dikir, mixalefeta hûndir û tevgera neteweyên bindest nahîşt ku pêş bikevin. Pêşiya wan girt. Xirabî lê kir.

 LI ÎRANÊ LING BÛN SERÎ Û QASIM SULEYMANÎ BERPIRSÊ LINGAN BÛ…

Li Îranê sinifa arîstokrat ya bûrjûvazî û civakî hat tasfiye kirin. Arîstokrasiya olî jî bi zihniyeta faşîzan û olîgarşîk hat tasfiye kirin, bes grûbeke faşîst û olîgarşîk ma.

Bi wateyeke din li Îranê ling bûn serî. Vê yekê jî hovîtî û qetîlî û barbarî û faşîzm pêş xist.

Qasim Suleymanî yek berpirsiyerekî mezin û yekemîn ev tebeqeye asalak û çapûlcû bû. Nexwenda bû û ji malbateke feqîr bû. Loma jî terorîst û bê wijdan bû.

QASIM SULEYMNAÎ AVAKARÊ KEMERE ŞÎA Û XWEDIYÊ KOLONÎ/EYALETÊN NÛ YÊN ÎRANÊ BÛ…

Îranê ji bona KEMERA/XÎLALA ŞÎAYAN ava bike, hemû derfetên xwe yên dewletbûnê pêk tîne.  Li hemû dewletan û welatan şîayan organîze dike, çekdar dike, alîkariya malî dide wan. Ew organîzasyonên şîayan li hemberî grubêm mixalîf û hêzên Emerîkayê û Ewrûpayê terorê pêk tînin.

Îranê bi riya Kemera Şîayan, Lubnan, Yemen, Iraq, Sûriye, Filîstîn ji bona xwe kiriye kolonî/eyalet.  Li wan welatan desthilatdar e. Hikûmeta ava dike û hikûmeta xirab dike.

Di vê mijarê de jî Qasim Suleymanî berpirsiyar bû.

Ew kara  bi hêzên ku di bin desthilatdarî û hegemonyaya wî de ye dimeşiya.

QASIM SULEYMANÎ SEROKÊ HÊZA PARAZGER YA ŞOREŞÊ Û HÊZA QUDISÊ, Û HAŞDÎ ŞABÎ BÛ…

Qasim Suleymanî bi van hêzan terorê çê dikir, qetlîman pêk dianî. Eyalet ava kir û birêve bir. Di nav gelên Rojhilata Navîn de tirseke bê sînor çê kir û faşîzma îslamî meşand.

QASIM SULEYMANÎ AFIRANDARÊ ŞERÊ WEKALETÊ YE…

Qasim Suleymqanî, metodekî nû yê şer afirad. Ew jî şerê wekaletê ye. Wî li hemû welatan şerê wekaletê meşand. Li Lûbnanê, li Yemenê, Li Sûriyeyê, Li Iraqê di van şerande gelek serkeftî bû. Bi awayekî kîtlewî însan kûştin. Kesî jî nikarî pêşiya wî bigre.

QASIM SULEYMANÎ ÎŞGALKARÊ KERKUKÊ YE Û JI BONA KU BAJARÊ SULEYMANIYÊ JI DEWLETA FEDERE YA KURDISTANÊ VEQETÎNE HEWIL DA…

Jı bona vê jî di nav YNKê de grubeke xiyanetê çê kir. Piştî referandûmê serxwebûna Kurdistanê,  Hêza Haşdî Şabî û Gruba xiyanetê Kerkuk îşgal kir. Xwestin ku Dewlete Federe ya Kurdistanê têk bibin. Lê li hemberî pêşmergeyan bi serneketin.

EMERÎKAYÊ LI DILÊ ÎRANÊ XIST Û QASIM SULEYMANÎ KÛŞT…

Di navbeyna Emerîkayê û Îranê bi dehan salan e ku şerê siyasî, aborî, leşkerî DOM DİKE. Di encamê de Emerîkayê li dilê İranê da û Qasim Suleymanî kûşt. Lewra ew dilê Îranê bû. Îranê xwast ku bersîva Qasim Suleymanî bide. Lê ew bersîva bedelê Qasim Suleymanî nebû.

Diyar e ku şerê di navbeyna Emerîka û Îranê de dê bi awayekî din bidomîne.

Diyarbekîr, 10. 01. 2020  

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

 

Nerîna min :