Balafirên Hevpeymanan navçeyên Iraqê neparêzin dê DAIŞ wan kontrol bike

Fermandarekî Pêşmerge dibêje, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî gelek navçeyên Iraqê diparêzin û eger ne ji wan balafiran be dê DAIŞ wan navçeyan kontrol bike ji ber ku hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan biparêzin.

Eqîd Hêmin Salih Fermandarê Lîwaya 2 a Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Rast e Amerîka biryar daye ku perwerdeya Pêşmerge û artêşa Iraqê rawestîne, lê em li Kurdistanê bi xwe Pêşmergeyên xwe perwerde dikin, ji ber ku kesên me yên pspor hene û karin bi vî karî rabin. Biryara Amerîka bandoreke xerab li ser Pêşmerge nekiriye. Lê Amerîka çavdêriya perwerdeya Pêşmerge dike û şîret û talîmatan dide me.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Rola Hevpeymanan li Iraqê pir mezin bû û li hin navçe hêzên Iraqê tune ne û balafirên Hevpeymanan çavdêriya wan navçeyan dikin û berdewam li tevgera DAIŞê didin, lê niha ku balafirên wan wê yekê nekin dê artêşa Iraqê nikaribe bû wî karî rabe û dê ew navçe bikevin destê DAIŞê û ne dûr e ku wek karesata 2014 dûbare bibe.”

Nerîna min :