
Parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nuceyfî di derbarê berbijêrkitina Nêçîrvan Barzanî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ku peywendiya Nêçîrvan Barzanî li gel hemû aliyan baş e û ew ji aliyê siyasî ve kesekî nerm e û peywendiyên baş li ser asta navdewletî ava kirine.
Esîl Nuceyfî hêviya xwe anî ziman ku berbijêrkirina wî bandoreke erênî di navbera Herêma Kurdistanê û hemû Iraq û cîhanê de çêbike.
Nuceyfî diyar kir: “Birêz Nêçîrvan dikare ji aliyê siyasî ve tevbigere û ew dikare pêwendiyên navdewletî girê bide û herwiha pêwendiyên navxwe yên Iraqî girê bide. Weke xuya ye Birêz Nêçîrvan ji aliyê siyasî ve gelekî nerm e û berê jî pêwendiyên navdewletî bi başî ava kiribû, pêwendiyên wî li gel hemûyan baş e.”
Parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nuceyfî li ser Mesrûr Barzanî ku berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye ji bo Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, eşkere kir: “Mesrûr Barzanî jî kesayetiyekî diyar û bihêz e û ez bawer im ewê karibe ji aliyê îdarî ve Herêma Kurdistanê kontrol bike, ev berbijêrkirin erênî ye û em li bendê ne ev berbijêrkirin bandoreke erênî di navbera Herêma Kurdistanê û hemû Iraq û cîhanê de çêbike.”