Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwazîyê li rêkeftina navbera Iraq û Amerîkayê dikin

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku wan  destpêkirina civînên koma xebatê ya Komîsyona Bilind a Leşkerî ya Amerîka û Iraqê erênî pêşwazî kiriye.

  Nêçîrvan Barzanî di derbarê ji nûve destpêkirina civînên komxebata Komîsyona Bilind a Leşkerî ya di navbera Hikûmeta Federal û DYA de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew destpêkirina civînê bi erênî pêşwazî dikin. 

Li gor daxuyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî got: “Em pêşwaziyê li pêşdebirin û destpêkirina gotûbêjan li ser pêwendiyên dualî û pêşeroja hevkariyên hevbeş di warên siyasî, aborî, çandî, ewlehî û leşkerî de dikin“. 

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê piştevaniya vê rêkeftinê û alîkariya paraztina aramî, ewlehî, aramî û serweriya welat bike û li ser bingeha rêzgirtin, yekîtî û berjewendiyên hevbeş, peywendiyan geş bike”.

Back to top button