Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî dixwaze hukumetek netewî ava bike

 
Îro li Hewlêr, cîgirê serokê partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, berpirsê Komeleya Îslamî Elî Bapîr, kom bûn û piştî kombûnê jî hûratiyên naveroka kombûnê di kongreyekî rojnamevanî de eşkire kirin.

Her di vê kongreya rojnamevanî de, berpirsê Komeleya Îslamî ragihan “ Em sûpasiya vê serdana alîkarê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê dikin, ne tenê ji aliyê me lê belê ji aliyê hemû aliyên din ve jî weke Neşêrwan Mustefa sûpasî darin, ew nefes û giyanê kak Nêçîrvan bi xalekî gelek erênî dibînin û girîng dibînin. Pêwîste em di rûyên hev de vekirî û erênîbin”

Di derbarê beşdarbûn yan ne beşdarbûna wan di kabîneya dahatî de, kû weha biryare Nêçîrvan Berzanî serokayetiya wê bike, Bapîr weha got: “ Hîna bi fermî Kak Nêçîrvan bo vê postê ne hatiye raspartin, lê ya girîng ewe kû em bi hevre dilsoz bin û hewil bidin kû hevkar û rahêjerê karên hevdû bin. Em hêvîdarin kû di demeke nêzîk de, kak Nêçîrvan her erkê kû jêre hat separtin bi karibe bi baştirîn şêwe cêbecê bike, kû hemû xelkên Kurdistanê jê razî be”.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Berzanî got kû: “ me herdem rola Mamoste Elî Bapîr bilind nirxandiye, lê hemû ew arîşeyên kû li herêma Kurdistanê têne pêş, di kombûna îro de weke dû aliyên Siyasî, rewşa niha, pêşeroja Kurdistanê û çaweniya kar û xebatên hukûmeta pêşde hatin baskirin. Me mijara bi hevre karkirinê kiriye, hem li Kurdistanê û hem jî di bûwarên wan pirsên kû ji bedadê dikevin pêşiya me de weke herêma Kurdistanê, ev hevdîtinên han di pêşerojê de jî dê li gel Komeleya Îslamî û aliyên din jî her berdewam bin”

Şanda Partiyê pêkhatibûn ji Nêçîrvan Berzanî cêgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistan, Cehfer Îbrahîm û Mehmûd Mihemed endamê polîborûya PDK û Dilşad Şehab endama encûmena serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê.
 

Hejan Ehmed / PAN

Rojevakurd

Back to top button