Daxuyaniya Nizamettin Aric

Daxuyanî

Di rojnama Özgür Politika a roja 13.1.2012an de bi navê ‘Koma Berxwedan’ nivîsek bi sernavê “Hunermend  an ligel gel e an jî li dijî gel e (Sanatçı ya halkın yanındadır ya da karşısında)” û di roja 16.1.2012an de jî ji aliyê ‘Navende Nûçeyan’ a heman rojnamê de nivîsêk din bi sernavê “Haya hunermendan ji yekitiyê tune (Sanatçılar’ın birlikten haberi yok)” hat weşandin. Bi van nivîsan ev cara pêşîn e ku ez di jiyana xwe de rastî evqas îtham û tehdîtên tund têm.

Min di roja 18.1.2012an de bersivnameyek li dijî van îftira û îthaman ji rojnama Ö. Politika re şand û daxwaz kir û ew wê di nav hefteyekê de biweşînin. Min di pêşnivîsa xwe de dilxwaziya xwe a ji bo safîkirina vê pirsgirikê bi vasiteya rojnamê jî dîyar kir. Ji ber ku em hemû pêdizanin ku tawanbar û tehdîtkirinên weha kêrî kî tên û kî wan dijî gelê me bikartînin. Lê belê ji ber ku heya îroj jî ne ew bersîvnameya min hat weşandin û ne jî wan ji min re agahiyek şandin, ji bilî bikaranîna heqên xwe ên hiqûqî ji min re ti rê namîne. Ji ber vê rewşê min xwest, ez bi daxuyaniyek kurt raya giştî jî agahdar bikim.

Beriya çendekê ew hevalên hunermend ku navê wan di nivîsên li jor binavkirî de derbas dibin, wek Beser Şahin, Delil Dilanar, Xêro Abbas, Gani Nar, ZeleMele û ez, ji bo amadekirina konserteke bona piştgiriya xelkê Wanê û bi fikra amadekirina çend kosertên wisa hatin ligel hevdu. Piştî ku konserta Wanê ji alî temaşevanan gelek hat ecibandin û em hunermend jî pêre kêfxweş bûn, me biryar da ku em vê projeyê bidomînin.

Di dema ku ez di nîvê meha kanûnê de ji bo beşdarbûna di Festîvala Fîlmên Kurdî li Duhok wek jûrî çûbûm Kurdistana Başûr, min li wir di hevpeyvînekê de qala vê projeyê jî kir. Piştre, xuya ye ji ber ku peyvên wek kom û yekitî ên di hevpeyvîna min de weke damezrandina saziyekê hatiye fêhmkirin, bi navê hunermend Delil Dilanar daxuyaniyek hat weşandin ku haya wî ji yekitiyek wisa tune ye. Li ser vê min jî bi nameyeke bo Delîl ku di 07.1.12an di avestakurd.com de çap bû, diyar kir ku di hevpeyvîna min de jî qala damezrandina saziyekê nehatiye kirin. Lê belê dîsa jî di nivîsên li jor binavkirî de peyva yekitî bi guhertina wek “yekitiyek alternatîf” bi dubare hatiye polemîze kirin. Di nivîsa duwemîn de ji bo daxwaza bikaranîna hunermendan li dijî hevdu hatiye ragihandin ku haya hunermendan ji yekitiyê tune.

Kesên ku wan nivîsan bixwînin ewê baş agahdar bibin ku, nivîskarên wan herdu nivîsan ketine nav endîşeya damezrandina yekitî an komek derveyî monopola wan.  Ango tu dibêyî di halê hazir de yekitiyek kêrdar a hunermendan heye, lê ez dîsa jî dixwazim yekitiyeke alternatîf damezirînim!

Bo min tiştê girîng ne ew e ku, gelo ew hunermendên ku ez bi wan re kar bikim, berê li kû û bi çi awayî kardikirin. Bo min a mûhîm ew e ku, ew hûnerê di çarçoveke teng da nebînin û goreyî qabiliyeta xwe ji bona pêşdeçûyîna çanda mûzîka gelê me karbikin. Pêre a herî girîng jî dan û standineke hunerî bi awayeke medenî, rêzgirtin, hezkirin û piştgiriya di navbera hunermendan de.

Di nivîsa Koma Berxwedan de weke herdem pêşiyê bi dûr û dirêj qala dîroka îxanetan hatiye kirin û piştre jî bi tûj û tund li ser min û li ser hunermendên ku dixwazin hunera xwe bi awayê xwe bimeşînin, êriş hatiye kirin. Di dawiya nivîsê de jî bi ragihandina hîn jêderên derew dozaja êriş û tehdîtan hatiye gurkirin.

Di seranserê hevpeyvîna min a li Kürdistana Başûr de, ku bêî redektekirineke ji alî min hat weşandin, rexneyên li ser pêşdehatina mûzîkê a li Başûr cîh girtine. Tiştê ku niha tê polemîze kirin jî 1-2 hevokên di wê hevpeyvînê de ne ku mirov bixwazê dikare wan bi aliyeke din ve jî bikişîne. Helbet ya baştir jî wê ew bûya ku ji bo pêşîgirtina şaşfêhmkirinan ew pêşde bihata redekte kirin. Di wê hevpeyvînê de bal li ser dejenekirina mûzîka Kurdî bi piranî li Başûr û her weha li Bakûr jî hatiye kişandin û hatiye hişyarkirin ku ew tecrûbeyên berê ên xirab ên di welatên din de ligel me jî dubare nebin. Ez ne siyasetmedar im, şiroveyên min ji nêrîna hunermendiyê nin. Jixwe ew rexneyên min ên li ser rewşa hunerê a li Başûr û li ser helwesta Wezîrê Çandê li hember hunermendan pir deng da û hîn nivîskaran bi mebesta wê rexne li Wezîr girtin.

Niha em warin nivîsa Koma Berxwedan û li sernivîsê mêzekin: “Hunermend  an ligel gel e an jî li dijî gel e! Ango, ji ber ku peyva gel tenê malê min e, bi vî awayî: Ez spî me, yên derveyi min reş in!

Niha ez ji Koma Berxwedan an jî ew kês(ên) ku ew nivîs bi navê wê amdekirine dipirsim: Gelo divê ez ji Koma Berxwedan destûrê bistînim ji bona lidarxistina konsertan wek a ji bo Wanê û projeyên mûzîkî bi kîjan hunermendan re? Hûn hesabê xwe ên bi hunermendên li jor binavkirî ku hinek ji wan berê bi we re karkiribûn re bi bahana min digirin, an hûn kîn û rikeke xwe a ku ez pê nizanim bi vê firsendê tînin ziman? Jixwe di nivîsa we de wisa tê fêhmkirin ku hûn li benda firsendekê bûn. Di nivîsê de bi carekê ve peyvên wek devlet, Fetullah, AKP, TRT6, îxanet jî hatine bi rêz kirin. Lê belê divê ew kêfxweşiya we bila ji we re bimîne, ji ber diyar e ku hunermendên tev min karkirin an jî dikin ticar neçûne nav hêzên dijberên Kurdan.

Ji ber ez li ser wê baweriyê me ku huner û hunermend tenê di çavçoveke azad de dikare berhemdar bibe, fikra min a di derbarê dan û standina siyaset û hunerê de jî, wek di nameyeke min a bo hunermendan de jî dixuye, gelek eşkere ye:

“Di sedsala 21 an de divê huner û hunermendên kurd bi zanebûn û raste rast berheman bo azadî, aşitî, demokrasî, welatparêzî, bi hevdu re nêzîkbûn, serbixwe û berî her tiştî jî bo hemû mirovan amade bikin. Divê em li ser van mijaran bi hevre biaxifin û çiqas ji destê me were em ji hevdu re û ji siyasiyên xwe re alîkar bin.(11.10.2011)”

Em hunermend in û divê em li ser hunerê û bi piranî jî li ser hunera kurdî a dûh û îro lêkolînan, dan û standinan û nîqaşan bikin. Bi vê ramanê ev çendeke ku ez li ser bingeha norm û rêzikên gerdûnî lêkolîneke berfireh amade dikim ku ez ê tê de cihê Koma Berxwedan jî diyar bikim. Hêvîdar im ku hûn ya rastî wê demê bêdeng nemînin.

We mûzîka kurdî li kûdera dinyayê da nasandin? Lê we tim xwe xist pişt mertala siyasetê û di firsendên wek niha de êriş bir li ser kesên xwedî kapasîte ên ev kar meşandin û dimeşînin. Ger we rûhê kurdayetî a wan mirovên ku hûn di nivîsa xwe de ji xwe re dikin sîber û ê civaka wan fêhm bikira, hûn di warê mûzîkê de nediketin rewşa îro.

Ew kesên ku hûn li wan îthama “xayîntî” û “nemerdî” dikin gelo ji hêza min û a yên wek min veqetiyan û derketin hemberî we? Gelo klîpên min di TRT6 de tên weşandin an ên endamên we, kî firotana wan dike? Gelo ez beşdarî şênahî û dawetên serekcerdewanan(Korucubaşı) dibim an endamên we? Îlankirina hunermend(an) wek “xayîn” û piştre jî pêşniyarîbirina bo konsertên tevayî bi heman hunermend(an) re jî girêdahiya we a bi nirxên ku hûn dinivîsin ve diyar dike! Bi ewqas derfetên ku bo we hatin pêşkêşkirin, ku heya niha neketin destê ti hunermendî, û her çiqas heya niha kesî pêşiya we jî negirt; ka ev 30 sal in we di mûzîka kurdî de çi bi pêşve bir? Gelo jiyana felsefî a Kurdan, dramên wan, Agirî, Dêrsim, Helepçe hwd. bi kilam û mûzîkên we ve di nav civaka kurd û a dinyayê de belav bûn?

Di hunerê de cihê pesindayîna gel û mirovên wî ên ku ji bo bidestxistina mafên civaka xwe ditekoşin jî heye, lê belê ev yek jî divê ne bi awayê teqûreqê û bi şibandina mînakên xirab ên di dîrokê de, lê bi parastin û berfirehkirina bingeha mûzîka gelê xwe ve pêktê. Lê ji bo vê jî perwerdeya mûzîk-huner, zanyariya wê û kar û xebateke bi dîsîplîn a bi dehsalan divê. Bi kêmasî tenê bi pêkanîna van mercan hunermend dikare rûhê tekoşîna gelê xwe jî di hûnerê de bihûne. Wekî din eşkere ye ku, mirov ji bo feydegirtina ji derfetên gel û ên saziyên wê nikare ti berjewendiyan bo gelê xwe bidestxe ji bilî êrişkirina li ser hunermendên din.

Dive hemû hunermendên kurd jî bikaribin li ser pirsgirêkên xwe bi hevre biaxifin û li çareseriyan bigherin. Dema ku ev yek nebe, ewê tenê kêrî wan dewletên ku Kurd bindest kirine û di her firsendê de pêşiya pêşdeçûyîna wan digirin were.

Nizamettin Ariç

28.02.2012

Almanya

Nerîna min :