Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî dê serkeftî be..Pêwîst e em hemû piştgiriya wî bikin

Konsulê welatan û serkirdeyên siyasî yên partiyên Kurdistanî û kesayetiyên Başûrê Kurdistanê bi rêya malpera KDP.info kêfxweşiya xwe nîşan didin ku Nêçîrvan Barzanî bûye serokê Herêma Kurdistanê û bi nêrîna wan kesayetiya Nêçîvan Barzanî dê bikaribe bibe sedema çareserkirina pirsgirêkan û ji hevnêzîkbûna tevahiya partiyên siyasî yên Kurdistanê û Iraqê, herwiha dê bibe sedema kêmkirin û nehiştina nakokî û kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de.

Sekreterê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd wiha dibêje: Rast e wek hemû welatan dewleteke me serbixwe tune ye, ku tê de serweriyên me parastî bin, lewma jî ew erk li ser milê serokê herêmê ye, lewma jî pêwîst e em hemû piştgirî û piştevaniya Nêçîrvan Barzanî bikin, da ku karên baştir bên kirin û bandora wî zêdetir be. Nêçîrvan Barzanî dê di wî kursî de û di demeke kêm de serkeftine mezin bidest bîne, nexasim ji ber wan pêwendiyên dîolomatîk yên ku wî bi xwe çêkiriye. Karên wî yên serkeftî mînak in ku di 4 salên bê de jî ewê serkeftî be.”

Ji aliyê xwe ve, Endamê Rêveberiya Tevgera Goran Celal Cewher jî wiha dibêje: “Rêkeftineke siyasî di navbera me û PDKê de heye û Nêçîrvan Barzanî bû serokê Herêma Kurdistanê. Em hêvî dikin ku ew bernameya ku me û PDK li ser lihev kiriye, wek reform û çaksaziyên siyasî û yasayî û darayî û abûrê û kargêrî û leşkerî, em hemû kar li ser bikin û bicîh bînin.”

Konsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Murteza Îbadî ji malpera KDP.info re behsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî kir li ser ezmûna serkeftî ya Nêçîrvan Barzanî, ku di salên derbasbûyî de di karî siyasî de bidestve aniye. Herwiha behsa bandora wî kir û amaje bi başbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê kir li ser asta navxwe û derve û tekez kir ku pêşerojeke baştir jî li pêşiya wî ye.

Murteza Îbadî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî li cem Komara Îslamî ya Îranê kesayetiyekî naskirî û xuya ye. Herwiha pêwendiyên wî bi me re baş in. Lewma jî di vî erkê nû de dê karibe wek berê pêwendî û hevkariyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bihêz bike.”

Serokê Bereya Tirkmanî ya Iraqê Erşed Salihî pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike ku bûye serokê Herêma Kurdistanê û hêvî dike ku di erkê xwe yê nû de serkeftî be û dibêje pir pêwîst e Nêçîrvan Barzanî hewl bibe ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku hêj nehatine çareserkirin.

Wezîrê Avedankirinê yê Hikûmeta Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl behsa bandoriya kesayetiya Nêçîrvan Barzanî li ser meydana siyasî ya Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Ez piştrast im ku Nêçîrvan Barzanî dikare roleke girîng bibîne di lihevkirinê û yekîtiya navmala Kurdistanê û partiyên siyasî û di navbera pêkhateyên netewî û olî de. Nêçîrvan Barzanî dê di serokatiya Kurdistanê de serkeftî be û dê karibe erkên xwe cîbicî bike. Min 5 salan pê re kar kir û kar pê re pir xweş e. Tevî kirîzan lê me karî bi alîkarî û piştevaniya Nêçîrvan Barzanî wê rewşa dijwar derbas bikin.”

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwînî jî dibêje, Nêçîrvan Barzanî xwedî ezmûneke baş e di rêberiyê de, lewma jî di çend salên bê de jî dê parên pir baş bike. Herwiha dê roleke baş bibîne di rêkxistina navmala Kurdî û jihevnêzîkbûna partiyên siyasî de, ku di 4 salên bê de dê rewşeke aram û demokrat li Herêma Kurdistanê hebe, ji ber ku Nêçîrvan Barzanî berdewam hewl dide ku pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin. Herwiha kesek e ku dikare rewşa dijwar derbas bike.

Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemelan behsa kesayetiya Nêçîrvan Barzanî dike û dibêje wî pêwendiyên pir bihêz ên navdewletî di çend salên derbasbûyî de çêkiriye û ew dikare di serokatiya Kurdistanê de jî wan pêwendiyan bihêztir bike, herwiha pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî pêş bixe û bibe sitarek ji bo komkirina tevahiya hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê.

Rêbaz Hemelan wiha dibêje: “Nêçîrvan Barzanî wek hevalekî bû bi me re û li kûderê kêmasî heba wîbi zimanekî nerim çareser dikir. Pêwîst e em hemû piştgiriya wî bikin.”

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd jî dibêje: “Rola Nêçîrvan Barzanî di kursiyê serokatiya herêmê de dê erênî be. Ew wek nûnerê hemû pêkhateyên cuda yên Kurdistanê ye. Ew dikare hevahengiyeke baş ligel hemû partiyên siyasî û Hikûmeta Iraqê jî ava bike.”

 

Back to top button