Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir

Gotin vêce ev çîye.?Ku ez çîye mîye nizanim. Ji berêde dibêjin. Lolo û Lêlê. ..ev halo nabê. Ev kîne? Edî jixwe tim belane. Ev di Dîrokê de tim ser hişk hatine nasan. Tim heye û hatîye gotin.

..Dibêjin xale xwarzê rakirin, ape brazî winda kirin.Derdê ap û mape nikarim bi kişînim. Edî li welatê bargiran însan bi yek û Du dihatin kûştin. Êdî bi seda û bi hezare têne kûştin. Dîse aqilmendê wî gotin bid guhertin. Bêje evder tenge, halo nabê.

..Qutî û Gutî Mîtî ji minre ne lazime. Tîrî û Mîrî hene. Divê geya ser koke xwe şîn bibê. Ez qîme xwe naînim, liva qozik û mozike. Xalanê min ji berê de malbate mezinin. Derket çû, vir û hate jor. Kete male şîretkàrê xwe. Got wey. ..Tu bixêr hatî. .Cîhan bû mîne cehenemê qijik û miqrik ketin bin piye. ..

Gotin ev nebê, jîyan nebê, ew ranekevê. Raketin tuneye, ma xêre xweşiko û miçiko. Dema his kir damarê xalanî rabún û meşî. Çû û çû kete nav cîkî ku hên kesî his nekirîye. Kete nav kengî û menkî, wey bavo, wey bavo. Ku hun his bikin, ev hemú lîstikê tuxmê helêne.

..Maşkînkone, Murso hinek. Îngo û Fresko ser bi ser bi hevre dikin.Ev nabê rabin xera bikin. Bimrin û xwe bi kûjin. Xwe bi şewitênin. De tuxmê we bi qelê. Hun ji xwe dînin. Xwe êdî ser bi ser dîn bikin , har bibin.Bi çole bi kevin. Rêçkâ û kopkà hemû xera bikin. De xelk zanibê dew brayê maste. Ji xwe olîtî çû. Huner û çand jî çû. Ziman ji xwe divê herê. Bes werê. Ev zimanê çîn û maçîne ye. Ma dema zimanê xalane hebê, mirov ên ape mûjûl dibê qey, logo. ..Wey bavo, wey bavo. .Me çikir me xwelî liserê xwe kir.

..Bargiran di şopînê, zanê wê derbe li kû bikevê.

..Zîncîre netewî fereh kir û xiste rojeva Cîhanê. Dema ew bû xwarzê, gote xale ku vêce ev çîye? Ev kîye? Xalo ku xwarzê  tu rûne. Li kêfa xwe meyzeke. Ne me got Lolo çû Lêlê hat, we fahm kir Kurdino , merdino. Na ah…

Hun bi serê min û bi serê xwe bikin, min çi Got Axê? Ku paşe hate destê min. Ez û wî bune dest û brakê hevdu. Brako te fahm kir?Nooo..Xwarz derket Ku de here looo. .Ev çi fahm dikin ji Devlet û mewlettê. Lîlîleşme û eşme û heşme heye, bavê min, weyyî. .Min ji nu fahm kir. Bi serê şêx xwarz dîse derket holê. Ku dîse ev bela serê min û weye. Çawa wextekî min wa şîyande cem we, ne bi roj, şev nîvê şevê.

..Çawa we bi bersivekê wa girt. We wa avête qulikê ..Va jî bixin selikê. Pare wa bixin refikê. Xale dest pê kir.Gotin kuro bere em bêjin. Xelk û alem bêjin bê ma lawo xwarzekî we halo heye û pêde çún. Xal li milekî û xwarz li milê dîtir Zarok, pîrik, kâl, tevde dane ber hevdû. Xwarz gote xale ku xal, hun meyzekin ev dengek tê ji dûr. Dibêjin nale nale welatte. Çi welat û melat, bişyênin yekî bere bênin. Zaroke ji çîye û zozan. Zozan sare. Deşt germe û pê ketin û bankirin gotin werin. Werin û bes herin hun westîyene. Tê Kevin koxê, de hun tirşikê bi kevgîrê bi xwûn. ..

 

Hawar sed car Hawar, lê Hawar nayê. Îso cîyê xwe saxlem kir.Ku ez tu dawa naparêzim. Bes xwedî komar gúhdar bikin.Ez vî tiştî xweş zanim. Bere firset bidin min, bi mîlyone tênim ber dest. Kî çîye, Kî wê çawa bikê. Wê Cîhan xweş bibînê. ..Dest bi proje nû kir. Ku hinekî ku ez zanim wa bibin.Ez parezerê wa me.Têkilî danîn û bankir, ku hun vî tiştî nizanin. Ez xweş zanim hunê wek min bikin. An jî hun çibikin serê min jê naêşê. Zarok, Jin, ciwan û Gel tevde derkete kolane. Pevçûn, zahmetî û girtin dest pê bû. Ên ku bi ware bîryar sitandibu, gavê nû  avêtin. Gel fahm kir ku şaşîtî heye.

..Ku nabê, divabê ev bindest tevde bêne kûştin. Aware bibin. Gel mayî şaş. Ku vêce ev çîye? Kesî li Gel gúhdar nekir. Hinek anîn berdane nav Gel.Dest pê kirin. Wey haware kûştin û talan kirin dest pê bû. Kevir ser Kevir nema. Ên gotin ev ne raste ceze kirin. Hatin kûştin û kesek nizanê kê kirîye. Malbat belav bun û zarok di çemade xeniqîn. Gotin ev qewmîtîyê ye. Jibon hebûnêye. Bargiran gelek ecêb dimînê liber Gel dikevê. Bankire aqilmend û şêwirdarê xwe. Got halo nabê, divabê çareserîyek bê. Gelê me zilm lê dibê. Hinek gav avêtin û têkilî danîn. Gel moral sitand. Li hesabê Îso nehat. Têkilî bi xeta reş a nû re danîn. Şerek dest pê bu wey hawar.

..Serê mirove hate jêkirin. Bi hezare mirov avêtin avê. Bûne qismetê masîye. Çendek derxistin holê, Gel ku vêce ev çîye.?Ev kîne? Sînor xerabûn û nûjen bi saxlemtì ava bûn. Bi mîlyone însan awere bûn. Tiştê Bargiran li welatê xwe ava kiribû, li hesabê Îso nehat. Bi têkilîyê xeta reş re hinek şirîk dîtin. Şîret liwa kir û astengî ji Bargiran re derxistin. Komarvan kêfa wa hat. Têkilî tevlî hevdû bûn.

..Îso bankir ku ev halo nabê. Ev mirovê min bi qedir û bi qîmettin Bigrin ser Gel bere perîşan bibê. Bere talankirineke mezin pêk werê. Gel bi nav hevdû ket û zarokê xelkê mirin. Gel welatê xwe berda û xiste hawar.Lê hawar nehat. ..

Qedexekirin dest pê kirin û Gel perişan bû. Ku wey gidî me çikir, ev ne wisaye. Xerab derketin holê û gotik Gel ku an devê xwe bigrin û an jî bi cehimin biçin jivir. Îso kêfa wî hat. Vê carê projeke nû derxist holê.

..Ku ev ne raste, wek min xwest xweş nebû. Hunê cezê xwe bikişînin. Bargiran Azadîye Gel’è xwe dîyar kir. Ku ez û Gel’ê xwe vê bindestîyê naxwazin. Em qabûl nakin. Hevalê li bende Îso, dest bi hîle û pîlê nû kirin. Teqandin pêk anîn, lê bargiran ji ser ya xwe nehate xwar. Medya dest pê kir.

..Got ev Îso çikirîye hunê bibînin. Bi hezare xort û keç qetil bun. Gel ku ev qetil kirin qebûl nabê, ey haware bese. Lê tu kesî gûhdar nekir. Min bajarek dît, jîyan nû dibu. Xwende û zanebûn zêde dibu. Jiyane Gel xweş dibu. Nivîskâr zêde dibun. Gel liser aborîyê bi xurtayî di xebitî. Projê nû pêk dihatin. Ev li hesabê xeta reş nehat. Ku ev çîye Gel moral distînê? Çendeke bişyînin bere bajar xera bikin. Ku wê çawa bibê? Ku yek tişt. Têkevin bajêr xera bikin, bomba bi teqînin, şaw şawê çêkin.

..Dest pê kirin û bajar tevlî hevdû bu. Bu wêran û kesek lê nema. Nûjen ên îso wa dabun girêdan. Hêdî hêdî derketin holê, gotin ev nabê. Ev ne raste, Îso his kir bankire mezinê xwe. Ku divabê hêzeke nû ava bibê…

Welatê Bargiran gelekî bâlkêşe. Roje wî, ave wî, axke wî , bin erd u ser erde wî mîneye. Ji dema medenîyet ava bûye u wek îro zilm, kûştin, qetil kirin, talan kirin, penaber bûn tim berdewam bûye. Hewqas zilm u zordestî bûye lê oldarî tim Di rojevê de búye. Di gava Dîrokê a yekem de medenîyet li vî welatî ava bûye.

..Cihan şer u pevçûnê xwe tim li vî warî pêk anîye. Gûhertin li cihan pêk hatîye lê li welatê Bargiran gûhertinê xweş pêk ne hatine. Temenê wî bav u kâlânê wî di şerde derbas bûye.Çiqas oldarê şervan hene şerê xwe li welatê Bargiran pêk anîne.

..Hewqas pêxember hatine lê şer ne rawistîye. Sîstemê cìhan hatine gûhertin , lê li welatê Bargiran sîsteme zordarî berdewam bûye. Dema sîsteme aborîyê a mezin pêk hatîye dîse sîsteme zordarî bi renkekî nû li welatê Bargiran berdewam búye.

Teknîk tiştê zor liwa kir.Têkillî hatin gûhertin. Bargiran ev gûhertin jibon Gel’ê xwe xiste rojevê. Biser neyarê xwede çû. Ev çûnbûn zor li neyarê Bargiran kir.Qetilkirin pêk hat û Cihan nûjen tefekûr bû. Îso tim tevlî hevbûn pêk anî. Di dawîde liser xeletîyeke Dîrokî kete astengîyê. Bê deng bûn, ji xwere mezbut dît. Kete devre bê dengbûnê.

..Gel hate gûhertin.Ser sisê xeletîyê Dîrokî, hewesta xwe dîyar kir. Ku ev xeletî êdî bes. Cîhan ser projê nû, teqtîkê bi gelek rengîn proje dane meşandin.Aqilmendê Cîhanê hinek jê şîret li Îso kirin.Hêzene nû derxistin holê. Wextekî ku Îso têkilîyê ku bi hevalbendê xwere danî bûn, cîhan derxistin valabûnê.

..Gelek welat sîstemê wa ketin astengîyê, ber xerakirinè de çûn. Bargiran jibon Gelè xwere bîryarê nû sitandin. Bi aqilmendê cîhan re pêwendîyê nû danîn. Dîbêjê bere ev zilm ji ser me rabê. Bere em jî mîne Cîhan xwedî maf û Azad bin.piştî wextekî ên xwedî komar û hinek ên neyar jibon bêjewendîyê xwe gavê nû tavêjin. Têne welatê Bargiran.

Bi hinek hevalê xwere şer dikin û hevdû dixin astengîyê de.Îso ji xwere dibêjê ku ez dilê vî bargiranî xweş nekim şolê min zore,zahmete.wextekî hinek hevalê xwe teslîmî Bargiran dikê. Bandikê Bargiran dibê em brayê yekin. Di alîyê dîtirde hinek hevalê Îso keleme tavêjin nav lingê Bargiran. Bîryarê nû distînê. Dibê ev berdevkê min perîşanin.

..Bi kêrî tiştekî nayên. Bandikê hinek aqilmend dibê bêjin va berdevkê min, bere devê xwe bigrin. Ew çewto mewto mûjûl dibin.Tevlî hevdûnê dikin. Ev Bîryarê Îso derdikevin holê û eşkere dibin.Medya agahdar dibê û tiştin derdikevin holê ku bâlkêş. Îso her tişt Tevlî hevdû kirîye. Çi hatîye bîra wî gotîye.

..Evjî ji gave yekem heta dawîyê wextekî, liser serê Îso, wek lîstik hatîye kirin. Hinek nenas bi hinek hevalê Îso re pêwendî didênin. Şerekî nû dest pê dikin. Ev şer şerê malxerakirinê ye. Cîhan dibêjê vêce ev çîye? Mezinê Cîhan yek tê û yek diçê. Sisîyê dîtir nûjen têne cîyê şer û dibêjin gelo ev şer çi şere?

Liser lîkolîn dikin. Hinek aqilmendê hevalê Bargiran, meselê xweş fahm dikin.Zanin ku hinek hevalê Îso hatine xapandin. Di xwazin keda Bargiran derxin valabûnê. Texrîben heye pêncî û heşt sal (58)ku Cîhan liser Bargiran û Gel’ê wî projene Dîrokî pêk bînin. Gelo ev proje çine?

..Muso hevalê Îso bûye. Bi hevdûre gelek mane. Serê wa bi hevdûre ketîye gelek teşqele. Muso, her tim di emrê Îso de xizmet kirîye. Yek gotine wî ne xistîye Du do. Sêwî mezin bûye û li sikâke mezin bûye. Jîyaneke gelek xerab derbas kirîye. Malbata wî qedir û qîmet nedayîyê. Mîne xulamekî û xeraptir jîyane wî derbas bûye. Kîneke mezin pêre çê dibê .Dibêjê gelo ezê kengî firseteke mezin bibînim û tola xwe ji vê malbattê hilînim. Bavê wî li serdore xwe bi qedir û qîmete. Serdor Dibêjê çime ev malbat başe û ev Muso çime wisaye.

..Kînê tavêjê serdorê jî .Rojek ji roje nivîsekê di xwênê. Ev nivîs liser Îso ye. Muso dibêjê ez çibikim divabè ez Îso bibînim. Lê digerê û wî dibînê. Wek me gotî hevalê hevdûne. Dest bi kâr û xebate xwe dikin. Îso yetkîkeke mezin didê Muso. Dibê tu ezinê vê heremê. Tu zîrek u zaneyî. Dema tu bi xwazê tu kârê gelek tişta pêk bînê. Muso ji xwere dibê jê min ji malbate xwe gelek eziyet kişand. …?…?

Divabê ez tola xwe hilînim. Qomitekê ava dikê û nameyekê ji malbata xwere bi rê dikê. Didê qomitê û wa dişyînê cem malbata xwe. Dibê ez mezinê heremê me û ez bi xwazim ez kàrim we ji holê rakim. Lê divê hun bibin wek min. Malbat dibê başe. Îso agahdar dibê û pêwendîyê bi xeta reşre didînê. Wa dişyînê ser malbata Muso. Malbatê perişan dikin û gelek zerar û zîyan didine Malbatê. Muso zîreke tiştne dikê cîhan ecebnemayî dimînê.

..Navê wî li serdorê belav dibê. Rojek ji roje dostekî wî tê cem wî. Dest bi mûjûlbûnê dikin. Hevalê Muso dibê tu bi tiştekî agahdar bûye. Muso dibê çi bûye? Dibê xeta reş biser malbate te de girtîye û malbat perîşan kirîye. Muso bawer nakê. Piştre Hevalê wî xatir di xwazè û diçê male xwe. Muso lîkolînê dikê .Liser malbata wî rapor jêre tê. Muso fahm dikê ku ev tişt Îso kirîye.

..Muso ji wê rojê pêde, li tersê Îso diçê. Îso çi bîryarê didê, Muso tersê wî diçê. Îso meyze dikê çi bîryarê didê tersê wê dibê. Lîkolîn dikê ku muso bi fêhlê wî agahdar bûye. Ji xeta reşre dibêjê Muso bigrin û bînin cem min. Muso digrin û dibin cem Îso. Dibêjê Muso tu çidikê? Muso dibêjê min kârê xwe kir lê pêşîye min tê girtin. Ez hew kârim vî kârî pêk bînim. Îso dibê divabê tu çaresîyekê jibon xwe bibînê. Ev wisa nabê û wî dişyînê cîkî. Ku nikaribê bi revê .Piştre xeta reş agahdar dikê û wî didê girtin.

Lê, belav dikê û dibê Muso xaîn derket. Bi destê xaîne kete destê xeta reş de.Muso tê girtin û êsîr dibê.Rojek ji roje dostekî wî tê dîtne wî, dibê tiştê ez bi xwazim bêje ezê bibim alîkàr jibon te.Muso dibê başe, hinek şert û merce ji Muso re pêk tîne. Muso dest pê dikê û di nivîsînê. Didê medya û medya jî belav dikê. Wext gelek cûdaye û tiştê di medyade parve dibê, xelk jêre xwedî derdikevê.

..Jîyan tevlî hevdú dibê. Muso xwe bê deng dikê. Gel dibê mîne serxoşe. Ên dev ji malbatte xwe diber dê û ên Jin û mêr hevdú diberdin .Zarok sêwî dimînin û perîşan dibin.Xelk û alem dibê ev çîye? Heta gelek zanistê Cîhanê têne xapandin.Tiştê çewt dibêjin. Rojek ji roje tiştin dibin.Gel jê nefret dikê Herdû lingê Îso dikevin solekêde. Dikê û nakê çareserîyekê nabînê.

..Yek çare wî dimînê, ên wî xistîye astengîyê rûcûî wî dibê. Dibê min xilas bike. Tu àlîkârîyê nedê min ezê xilas bibim. Gelek dem derbas bûn, demeke nû hat. Însane moral sitand. Jîyan ber bi xweş bûnêve çû. Îso ku halo nabê. Divê ez planekî nû derbixim holê. Bankir Haso ku tu gelek çalekvanî, biçe hereme bilind. Projekê amede bike, hicûmekê pêk bîne. Bere xelk û alem bêjê ev çîye. Haso hiz ji Gelê xwe dikir. Ji alîyê dîtir ve Îso ji xeta reş endamek amede kir ku tu bi xeta qetilkâr ve pêwendî dêne. Haso bi şopîne, dema liser projê civînê bikin xeta qetilkâr agahdar bike. ….Bere bi ser Wade bigrin û wa îmha bikin. ..

Jibon ku em bêjin Cîhan’ê bê de temaşe bike. Haso dilovan û safe, qomiteyek ava kir û derket hereme bilind. Çend şikeft hebûn û hatin di yekê de cîh girtin. Serdor diber çavde derbas kir.Di şikeftêde dest bi civînê kirin. Wê projekê amede bikin û bi ser xeta qetilkàrde bigrin. Jibon ku tola gel hilênin. Dema civîn dest pê kir, endamê ku Îso amede kirîye xeta qetilkàr agahdar kir.

..Bi ser Wade girtin û hemû îmha kirin. Ew endamê ku Îso amede kirî navê wî Xirpoye. Xirpo merema xwe bi cîh anî. Îso agahdar kir û ku ew tiştê te di xwest min bi cîh anî. Îso ku te başkir de were cem min.Tu liwir nemîne. Xirpo çû cem Îso, Îso bankire tîmekê ku ev Xirpo xaîne, Min Haso jibon çalekîyekê şîyandibû hereme bilind, ev Xirpo diçê wa di şopînê û dema jibon projekê dest bi xebatê dikin, Xirpo xeta qetilkâr agahdar dikê û wa îmha dikin.

..Vî Xirpo bibin û wî nişyênin Cîhane dîtir. Bere biçê cehenemê. Tîm Xirpo dibin û wî qetil dikin. Îso peyamekê didê medya dibê sebebe qetilkirine Haso û endamê li cem wî Xirpoye. Wî xeta qetilkâr agahdar kirîye. Medya di nivîsênê û didê weşandin Gel gelekî xemgîn dibê. Termê wa tênin, Gel di şertê girande jêre xwedî derdikevê. Dema Gel termê wa dibê goristanê jibon ku veşêrin, xeta qetilkâr bi ser Gelde digrê pevçûneke mezin dest pê dibê. Ev pevçûn di qulibê şer û gelek mirov têne girtin û Gel perişan dibê. ..

 

 

Back to top button