Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê
Cend deqîqe beriya nuha serokê kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîêrvan Barzanî, cîgirê wî Îmad Ehmed û wezîrên kabîneya nû ji aliyê parlamentoya Kurdistanê bi tevaya dengên parlamenteran hatim qebûl kirin.
Piştî dengdanê Nêçîrvan Barzanî weke serokweîzrê Kurdistanê sûnda qanûnî xwar û piştî wî jî Îmad Ehmed cîgirê serrokwezîr û henmû wezîrên kabîneya heftem a hikûmeta Kurdistanê sûnda yasayî xwar.
Piştî sûndaxwarênê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê dê peyvekê pêşkeş bike û ew dê di peyva xwe de karnameya kabîneya heftem a hikûmeta Kurdistanê eşkere bike.
Weke tê zanîn aliyên opozisyonê; tevgera Goran, Yekgirtuya Îslamîya Kurdistanê û Komeleya îslamiya Kurdistanê, di civîna bawerîdan bi kabîneya nû a hikûmerta Kurdistanê de beşdarî nekir.