Civak

Kurtejiyana Nêçîrvan Barzanî

Bi minasebta ku careke din Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê û duhî li parlamnetoya Kurdistanê sûnda qanûnî xwar, rojevekurd kurtejiyana wî belav dike:

Kurtejiyana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistnê û cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ye. Nêçîrvan Barzanî kurê Îdrîs Barzani ye û neviyê serokê nemir Mela Mistefa Barzanî ye. Ew di sala 1966an de ji dayik bû. Dema di sala 1975an de Îraq û Îranê li Cezayîrê li dijî şoreşa Kurdistanê û şoreşa Îlonê li hev kir û bi biryarek siyasî bo demkê kurt serokatiya şoreşê şerê çekdarî rawestand, wê demê Nêçîrvan Barzanî bi malbata xwe re koçberî Îranê bû û li wêrê li unîversîteya Teharanê, fekulteya zanistên siyasî xwend. 

Bavê Nêçîrvan Barzanî, Îdrîs Barzanî endamê polîbîroya PDK ê bû û rolek gelek mezin di nav tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de hebû. Ew her ji zarokîniya xwe di nav refên şoreşê de bû, mil bi milê pêşmergan mezin bibû. Dema Îdrîs Barzanî wefat kir, Nêçîrvan Barzanî mecbûr bû xwendina xwe bi rêve bihêle û beşdariyê di şoreşê û şerê çekdarî de bike. 

Nêçîrvan Barzanî zû di nav refên pêşmerge û şoreşê de bi pêş ket û berpirsiyariyên mezin dan ser milên xwe. Her ji ber zîrekî û jêhatiya wî, ew di sala 1989an de bû endamê polîtbîroya PDKê û di kongreya 13ê di meha çileya pêşîn sala 2010ê de weke cîgirê serokê PDK hat hilbijartin.

 Di sala 1996an de bû cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê. 

Di sala 1999an de bû serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ( kabîna çaran). 

Di 7-5-2006an de bû serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ya yekgirtî (kabîneya pêncem)

Di bin serokatiya wî de hikûmeta herêma Kurdistanê simayê hikûmetek demokrat, sekular û pirpartî wergirt. Ew dixebite ku civatek modern, pêşkeftî û azad ava bike, her wisa jiyana xelkê herêma Kurdistanê geş û xweş bike û sîstema siyasî û aborî ya herêma Kurdistanê azad û serbixwe bike. Ew di dereca yekê de giringiyê dide pêşveçûna însana, parastina mafê jinan, geşepêdana îndustriyê, pêşxistina dem û dezgehên hikûmetê û giringîya perewerdeyê. 

Nêçîrvan Barzanî bi keça serokê herêma Kurdistanê re zewiciye û çar zarokên wî hene. Ew ji bilî zimanê kurdî zimanê farsî û erebî jî baş dizane, her wisa Ingilîzî jî dizane. 

Nêçîrvan Barzanî ji siwariya hespan, melevaniyê û hilkişîna çiyan bi pêşmergeyan re, hez dike. 

 

Jêder: Pirtûka Gulbijêr a ji amadekirina Nasrat Hacî 
Back to top button