Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke Rusiyayê re civiya

Di dîdareke navbera Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û Valery Pospelov  konsolsoê giştiyê Rusiya federal yê li herêma Kurdistanê de behsa xurtkirina peywendiyan, rewşa herêma Kurdistanê û pirsa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta destbikarbûnê weke konsolsoê giştiyê Rusiyayê li herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Valery Pospelov kir û hêviya serkeftinê jê re xwast û di hemam demê de hevkarî û amadeyîya xwe nîşanda bo serxistina karên wî li herêma Kurdistanê.

Valery Pospelov konsolsoê giştiyê Rusiya federal behsa kar û xebatên kosolxaneya Rusiyayê ya li herêma Kurdistanê kir û ji bo alîkariyên jê re hatîne kirin, sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Konsolosê rusî got ku ew dê ji bona zêdetir pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Moskovayê, bi taybetî têkeliyên di warê siyasî, abûrî, bazirganî û veberînanê de ku di berjewendiya her du aliyan de bin, bi cidî bixebite.
 
Di mijareke din de, her du aliyan behsa peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê kir û bal kişandin ser pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de. Di vî warî de Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDK got herêma Kurdistanê bi destûra Îraqê pabend e û divê hemû pirsgirêk bi awayekî ku di berjewedniya hemû pêkhatên Îraqê de bin û li gor destûra Îraqê bên çareser kirin.

Valery Pospelov konsolsoê giştiyê Rusiyayê yê li Hewlêrê rewşa arama herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku têkeliyên dîrokiyên navbera her du gelên kurd û rusî,  ji bo ku her du sektorên giştî û taybetên Rusiyayê hebûna xwe li herêma Kurdistanê xuert bikin û beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikinrêxweşker in.

Back to top button