Civak

Dadgeha tawanan: Enfalkirina Barzaniyan Jenosîd e

Di rûniştina doh ya dadgeha bilind ya tawanan ya Îraqê de, biryar hat dayîn ku Enfalkirina 8000 Barzanî wek Jenosîd bê naskirin û siza bi ser tawanbaran de sepand.

Biryar bi vê şêweyê bû:

1- Sadûn Şakir ku di sala 1983ê de wezîrê navxwe yê Îraqê bû, bi îdamê hat ceza kiirn ji bo tawana komkujiya barzaniya, 15 sal zîndan ji bo tawana dijî mirovatiyê, 7 sal zîndan ji bo tawan îşkencedana barzaniyan û 10 sal jî zîndan ji bo tawana azardan cesteyî û deruniya barzaniyan

2- Wetban Îbrahîm Hesen, zirbirayê Sedam Husên, biryara bêtawaniyê jê re derket.

3- Hikmet Mizban Îbrahîm ku cîgirê serokwezîr û wezîrê darayî yê rijêma jinavçûyî bû, biraya zîndanîkirina hetahetayê hat hhukim kirin.

4- Hamid Yusif Cemadî ku, sekreterê serokomar bû, 10 sal zîndan ji bo tawan dijî morvatiyê.

5- Tariq Ezîz biryara zîndankirina hetahetayê ji bo tawan tevkojiyê, 7 sal zîndan ji bo tawana êşkencedanê û 10 sal jî zîndan ji bo tawana azardana cesteyî û derunî.

6- Sufyan Hamid, ku efserê pasewanên komarî bû, biryara zînadankirina hetaheta bi ser de hat sepandin û 7 sal zîndanî bo tawana îşkencedana barzaniya  aht hukim kirin.

Back to top button