Polîtîk

James Jeffrey: Me herdem pêwîstî bi şîretên serok Barzanî heye

Duhî sêşemiyê 03.05.2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwaziya James Jeffrey balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û general Ostin fermandeyê hêzên wî welatî li Iraqê û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de, pêşketinên siyasî û emniyên Iraqê, temamkirina pêkhateya hikûmeta Îraqê bi taybetî wezaretên emniyetê, pêkanîna encumena Bilinda Siyasetên Stratejîk, vekişana hêzên Amerîkayê ji Iraê, pêwendiyên di navbera her du aliyan piştî vekişana hêzên Amerîkayê, çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan li gor girêdayîbûna peymana çarçêweya stratejiya di navbera Iraq û Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi awayeke ku xizmeta berjewendiya her du aliyan bike, hatin nirxandin.

Sebaret bi wezaretên emniyan û Encumena Bilinda Siyasetên Stratejîk her du alîyan tekez li ser girêdayîbûna hemû aliyên îraqî bi peymana Hewlêrê ve ya ku di çarçoveya destpêşxeriya serok Barzanî de hatibû encamdan.

Her wiha li vê hevdîtinê de, rewşa Kurdistanê, pirsa Kerkûkê, navçeyên veqetandî û pêwîstiya parastina asayîşa wan navçeyan bi awayeke hevbeş hate guftûgo kirin û di vî warî de serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste berî her hilbijartinekê li van devarn divê serjimêrî bê encam dan

Balyozê Amerîka jî behsa rola serok Barzanî ya di warê rexsandina bingeha demokrasî û azadiya bîrûra û her wiha berevpêşbirina Herêmê di hemû waran da kir û ragihand ku ”me herdem pêwîstî bi rênimayiyên serok Barzanî yên ji bo çareserkirina wan astengan ku, rûbirûyê pêvajoya siyasiya Iraqê dibin de heye”.

Di dawiya hevdîtinê de her du alî ronahî xistin li ser rûdawa kuştina serokê rêxistina terorîstiya El Qa’îde û derencamên wê rûdawê li ser emniyet û aramiya cîhan û navçeyê û di vî warî de serok Barzanî li gel destxweşî kirina hêzên amerîkî tekez li ser bihêztirkirina bereya dijî teror ya li ser asta hemû cîhanê kir.

Back to top button