Civak

Li Kurdistanê rê li anîna dermanên xirab hat girtin!

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê bi mebesta rêgirtin li anîna corên xirab ên derman, pêdiviyên pizîşkî û parastina mafên hevwelatiyan, rênmayiyên girîng derbarê anîn, dabeşkirin, firotina derman û keresteyên pizîşkî de derxistin.

 

Civata Wezîran doh bi Serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Salih civiya. Di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê hat nirxandin û ji bo parastina can, mal û jiyana hevwelatiyan û pêkanîna rewşeke aram bo kar û kasibiyê tekez li ser aramkirina rewşa Kurdistanê hat kirin. Di vê çarçovê de Serokwezîr Berhem Salih got: ”Bi mebesta aramkirin û dabînkirina rewşeke baş bo hevwelatiyan û rêgirtin li şîdet û aloziyên siyasî, pîvanên serekî yên danûstandina hêzên ewlekariyê ligel rewşa îro divê cîbicîhkirina qanûnan û rêgirtin be li her binpêkirinekê, êdî ji çi aliyekî ve be.’’

Herwiha Civata Wezîran tekez kir ku pêwist e hemû nakokî û milmilaneyên siyasî bi rêyên aştiyane bên çareser kirin û di vê çarçovê de Civata Wezîran daxaz ji hizib û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku hemû li ser maseya diyalogê kom bibin û bi awayekî aram pirsgirêkan çareser bikin. Herwiha daxaz ji hemû aliyan hat kirin ku ji bo cîbicîkirina erk, xizmetkirina hevwelatiyan û parastina ewlekarî û ferzkirina qanûnê alîkariya hikûmetê bikin.

Di civînê de hat tekezkirin ku dûr ji ajandeyên siyasî divê piroseya çaksaziyê, zêdetir xizmetkirin û dabînkirina pêdiviyên hevwelatiyan berdewam be. Herwiha tekez li ser cîbicîkirina bernameyê çaksaziyê yê Serokê Herêma Kurdistanê hat kirin û di vê derbarê de Berhem Salih got: ”Bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rewşa îro cîbicîhkirina daxwazên hevwelatiyan e û evna jî bi xelkê xemxwar û dilsoz tê kirin.’’

Di civîna îro da derbarê hawirdekirin, dabeşkirina dermanan û pêdiviyên pizîşkî de Civata Wezîran rênmayiyên taybet derxistin:

1- Hawirdekirina dermanan bo Herêma Kurdistanê divê bi rêya şirketên xwedan desrtûr be.

2- Ew dermanên tên Kurdistanê divê ji aliyê komîteyeke pispor ve bên kontrol kirin.

3- Divê kompanya hibeberîner li cîhanê naskirî be.

4- Kalîteya dermanan pir baş be.

5- Cîhê parastin û firotina dermanan dive hemû şertên tendirûstiyê tê de hebin.

Mijareke din a civîna Civata Wezîrên rewşa elektrîkê li herêma Kurdistanê bû. Di vî warî de Wezareta Elektrîkê hat rasipardin ku ji bo rêxistin, berhemanîn, dabeşkirin û firotina elektrîkê bernameyekî amade bike. Hewlêr/Rudaw

Back to top button