Kultur

Li Tirkiyê Rojnamevan ne azad in.

Tirkiye bi girtin, cezakirin û binpêkirina mafên çapemeniyê 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pêşwazî dike. Li gor zaniyariyên Platforma ji Rojnamevanan re Azadî li Tirkiyê 67 rojnamevan niha girtî ne. Li gor xebata Rojnamevan Huseyîn Aykol, ji van rojnamevanan 35 xebatkarên çapemeniya Kurd in û 23 jî xebatkarên çapemeniya sosyalîst in. Di dema ku Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan daxuyand ku “Pirsgirêka Kurd qediyaye” de li gor “Rapora Çavdêriya Medyayê” ya BÎAê di nava 3 mehan de 13 kesan bi giştî, 21 sal û 10 meh ceza girtine.

 

Di nav rojnamevanên girtî de, Ahmet Şik û Nedîm Şener ê ji doza “Ergenekonê” tên darizandin, Ahmet Bîrsîn ê ji doza “KCK” te darizandin û nûçegihanên DÎHA Erdogan Altan, Kadrî Kaya, Emîne Altinkaya, Alî Buluş, Hamdiye Çîftçî, Sînan Aygun, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun, Xwediyê Weşanxaneya Aramê Bedrî Adanir jî hene. Herwiha li gor îstatîkan 2 hezar rojnamevan jî tên darizandin. Tirkiye bi vê tabloyê, di warê azadiya çapemeniyê de li cihanê ji rêza 127 daket rêza 138an.

`Buroyên çapemeniyê yên herî mezin ên Kurdan girtîgeh in`

Li gel gotina Serokwezîr Erdogan ya “Li Tirkiyê tu kes ji ber karê çapemeniyê nayê darizandin jî herî dawiyê Nûnerê DÎHA yê Amedê Kadrî Kaya û peyamnêrê Êlihê Erdogan Altan ji ber ku bi telefonê tevî bernameya radyoyekê bûne bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin. Li gor xebata Rojnamevan Huseyîn Aykol, niha di girîgehê de 35 rojnamevanên Kurd û 23 rojnamevanên çapemeniya sosyalîst hene.

Li gor “Rapora Çavderiyê ya Medyayê” a BÎAyê li Tirkiyê 103 bersûcên “ramanê” hene û 42 girtî di girtîgehê de ne. Li gor heman raporê di 3 mehên dawî de 13 xebatkarên çapemeniyê bi giştî 21 sal û 10 meh cezayê girtîgehê û herwiha 66 hezar û 946 TL cezayê pere girtin.

Binpêkirinên mafên çapemeniyê yên li Tirkiyê di rojeva Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de jî cih girt. Komîsyona YE di 6ê Gulanê de di vê çarçoveyê de dê bi navê “Li Tirkiye û Rojavayê Balkanan Azadiya Çapemeniyê” dê rûniştinek bê lidarxistin. – Rudaw

Back to top button