3’ê Gulan

Di sala 1943’an û di rojekî wekê îroyê de  Rojnameya ‘ROJA NÛ’ li Bêrûdê dest bi weşanê kir. Rojname bi tîpên latînê dihate weşandin û ji aliyê Kamûran Bedirxan ve  hate meşandin.

( Roja Nû )

rojnameyeke hefteyî bû, belê cihê daxê ye ku ev rojname ji ber rewşa aborî û ciyopolotîkî, hem hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin li gor programê xwedîyê wê, û hem jî hatîye rawestandin.

Ev rojname ji hejmara ( 1- 12 ) her heftî bi dûv hev de roja duşembê dihat weşandin, hejmara 14 an piştî wan bi 15 hatîye weşandin. Ji hejmara ( 14 – 23 ) dîsa her heftî di roja duşembê de hatîye weşandin, hejmara 24 an piştî 15 rojan hatîye weşandin.

Û wiha carna 15 rojî û carna hefteyî hatîye weşandin, hem jî carna hejmarek bi Kurdî û carana yek bi Fransîzî û carna jî her dû ziman bi hev re hembêz dikirin û dihat weşandin.

Roja Nû bi zimanê Kurdî û Firansîzî dihat weşandin, ev rojname ji 4 rûpelan pêk dihat 3 ê rûpel bi Kurdî bûn û yek bi Firansîzî bû, ji hejmara 49 an û pêve hejmarek bi Kurdî û yek bi Firansîzî hatiye weşandin.

Tevî ku ( Roja Nû ) rojnameyeke siyasî bû, belê gelekî guh daye filoklor û çanda Kurdî, mirov dikare navê hin nîvîskarên wê yên beşê Kurdî diyar bike ji bilî navê xwedîyê wê Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan, ew jî ev in : Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî …

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: