Hilbijartin û tevgera kurd
Di her qonaxê de, tevgera kurd behsa yekitiyê û hevkariya di nav xwe de dike û vê yekê gelek girîng dibîne. Di van hilbijartinan de jî di nav beşek kurdan de hevkariyek hatiye kirin. Ev hevkarî ne hevkariyek stratejik e. Tenê hevkariyek ji bo hilbijartina ye.
Bê goman li gel hinek kêmasiyan jî hevkarî tiştek başe. Dema mirov li vê hevkariyê dinêre, dibîne ku ev di navbera BDP-ê û KADEPÊ de hatiye çêkirin. Di hilbijartina de du cih dane KADEP-ê, û wek din mirov navê Altan Tan dibîne.
Wek tê zanîn HAK-PAR û BDP-ê li hev nekir û HAKPARê biryar da bi navê partiya xwe bikeve hilbijartina û berendamên xwe jî eşkere kirin. Lê piştre bi daxuyaniyekî kifşkirin ku ew xwe ji hilbijartina didin aliyekî û wê pişgiriya berendamên serbixwe yên BDP-ê bikin. Bê goman ev helwesta HAKPARê cihê gengeşêye û dê rojên pêşiya me de bête xuyakirin ku ka gelo ev helwesta HAKPAR-ê çewe bandora xwe li nav wan bi xwe bike.
Bloka ji bo hilbijartina di însiyatif a BDP-ê de hatî çêkirin, piranî li gel hinek rêxistin û partiyên marjînal yên çepên Tirkane. Li bajarên Tirkiye jî kesên girêdayî van rêxistinan wek berendam hatine nîşandan. Gelo ji bo çi BDP-ê li gel van grubên çepên marjînal hevkariyên hilbijartinan de israrê dike? Hilbijartinên ji berî niha jî her hevkarî li gel van rêxistinan hatibû kirin. Gelo rola KADEP yan jî ya Altan Tan di hevkariya li gel van grubên çep hatî kirin çîye nayê zanîn û dixweyê ew ne di nav vê prosesê de ne.
Ji aliyê Kurdan ve hevkariya hilbijartina diviya li ser hinek prensîban bihata pêkanîn û heta mikinbûya hemî rexistin û tevgerên kurd di vê hevkariyê de cih bigirtan. Lê pêknahatina vê yekê kemasiyek ya vê hevkariyê ye. Ev hevkarî ne li ser bnigehê li hevhatinek prensibî çêbûye û li ser nişankirina berendamiyê hatiye avakirin. Heta niha tu bernameyek ji aliyê kesên ku di vê hevkariyê de cih girtîn bi awayek gelemperî nehatiye deklere kirin.
Gelo di propanganda hilbijartinan de tenê alên BDP-ê bêne rakirin yan dê alên KADEP yan jî HAKPARÊ li gel al û sembolên BDP-ê bêne rakirin?
Niha em hemî rewşa van partî û rêxistinên kurdan dizanin. Ji bilî BDP-ê heza kesekî û dengên ku kesekî bike parlementer tuneye. Ev havkarî bi temamî di bin bandora BDP-ê de hatiye pêkanîn û naveroka li hevhatinê, naveroka helwesta BDP-ê bi xweye. Ji derê vê tiştek din tuneye. Tenê çend kesên ku ne endamên BDP-ê ne wek berendam hatinê destnîşankirin.
Piştî hilbijartina dê helwesta van kesên ne endamê BDP-ê ne , dê çibe nayê zanîn. Eger armanc tenê ketina parlementoyê be ev tiştek dine û mirov vê jî rexne nake, ji ber ku ew jî helwesteke. Na eger armanc yekdengiya kurdan be, divê prensîbên yekdengiyê bêne cih anîn.
BDP-ê bi manewrayek siyasî û li gora xwe erênî hinek berendam ji derê endamên partiya xwe nîşandane û pişgiriya wan dike. Mirov dixwesta ku hemî aliyên kurd li ser hinek prensîban li hev bikiran û bi hevre kar bikiran. Lê rewş mixabin bi awayek din e.
Tiştek din jî heye ku divê mirov behsê bike. Pişgirîya berendamên ku BDP-ê nîşan kirin mafê herkesekiye û divê mirov rêzê li dîtina wan bigre. Ev yek ji bo kesên ku ne derdora PKK-BDP-ê derbas dibe. Lê dema ew pişgiriya berendamên BDP-ê dikin , nabê kesên ku vê hevkariya hilbijartina rexne dikin tawanbar bikin.
Di van demê halê de gelek kesayetên melakiyê dikin derdikevin holê, radibin ser piyan û herkese ku new ek wan bifikire tawanbar dikin. Bila tenê ev yek wek xalekî berbiçav be. Ji ber ku ew helwestên di bingeh de melakî hebê, zererê didin wan kesên ku pişgiriya wan tê kirin.
3.Gulan.2011
Dara Bilek