Polîtîk

Erdogan: Li gel Ocalan hevdîtin berdewam in

Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan di bernameyek ya televizyo a Shov TV de amade bû. Erdogan li ser rojeva siyasî û pirsa kurd dîtinên xwe gotin û hinek tiştên balkêş anîn zimên.

Li ser pirsa kurd Erdogan got: Piştî me rewşa awarte ji holê rakir, me ji bo çareseriya pirsa kurd hinek gav avêtin. Niha li Tirkiye pirsek heye, em çi navî li vê pirsgirêkê bikin, ev pirsgirêk heye. Hinek dibêjin “ pirsa kurd“ hinek dibêjin “ pirsa başûrê rojava“ hun çi navî lê bikin bi keyfa xwene. Lê ya rast ewe ku pirsgirêkek heye.

Li ser hevdîtinên li gel Abdullah Ocalan jî tên kirin Erdogan got: Madem pirsgirêkek ya hevwelatiyên me yên kurd heye, dê dezgeha îstixbarata vî welatî, hinek hevtîtinan bike. Dê ev dezgeh Ocalan jî bibîne û hinek din jî bibîne. Ev ne cara yekeme ku hevdîtin pêktê û dê ne cara dawî bê jî. Divê dewlet bizanibe ev virus li kûderê ye. Heyne naçin li gel Ocalan çay venaxwin. Pirsgirêkek hebê dive hevdîtin jî çêbibin da ku em bikaribin aramiyê li vî welatî peyda bikin.

Back to top button