Civak

Nêçîrvan Barzanî 8ê adarê li jinan pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDK-ê û rasipartiyê pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê , bi minasebeta 8-ê adarê roja cîhanî ya iinan, di malpera xwe ya Facebookê de peyameka pîrozbayiyê arasteyî jinên Kurdistan û cîhanê û rêxistinên wan kir. Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Hevalên hêja, bi minasebeta roja cîhanî ya jinan ez pîrozbayiyeka germ li jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Baweriyeka min a xurt bi bidestxistin û parastina mafên jinan heye û hergav min piştgiriya mefê yeksanî û temînkirina derfetan di hemî waran de ji bo jinên Kurdistanê kiriye. Vê rojê, di 8-ê Adarê de, careka din ez piştgiriya xwe ji bo mafên jinan û rêkxistinên wan pêşkêş dikim ku ji bo bidestxistina mafên jinan li Kurdistanê têdikoşin. Rêz û silavên min ji bo we yên birêz.”

Back to top button