Nivîsar

Oldarî û berpirsiyarî

OLDARÎ Û BERPIRSYARÎ

Pirsa pêşî ku tê hişê mirov ev e: Ol çi ye û oldarî çi tişt e?

Bêguman çi kesê ku bawermend be, ji kîjan olê dibe bila bibe, ew oldar e.
Bêguman ol jî fikrek e. Çewa ku cihê xwarinê kevçik e (mîde), çewa ku cihê gera xwînê dil û demar in, herwisa cihê wê fikrê jî mixê mirovî ye ku di nava qoqê (kilox) serî de hatiye bicihkirin.

Di nava wî mixê mina hevîr ku di nêv tasa serî de hatiye bicihkirin, tenê pirs û bersiv hene. Yanî ew dever cihê fikr û ramanan e. Ew mixê ku di reng û tîpa kakilê gûzê de wêneyê xwe girtiye, di aliyekî wî de fikr û hizr û raman, di aliyekî de jî pirs û bersiv û vîn çêdibin. Têgehaneke wisa mezin di wî mixî de heye, eger zanîna li vê dinyayê tev têkeve navê, tenê ji%17 tije dibe û yên dî vala dimîne. Her ku hicirkên mix dixebitin, zanîna mirovî jî zêdetir dibe. Bêguman gava ku Xwedê ev mixê hewqas bi hêz û huner daye mirovan, di serê pêşî de Xwedê ew bi fikr û zanînê dewlemend kiriye.

Ol (dîn) jî ne tiştekî pêgir e (melmûs), ango ne av e ku mirov vexwe, ne nan e ku mirov bixwe û pê têr bibe û ne kinc e ku mirov li xwe bike. Ew jî fikr e, di mixê mirovî de bi cih bûye û hebûna xwe bi wî rengî didomîne.

Aya cihê mix ji aliyê fizikîya beşerî ve, madem ku nava kiloxê serê mirovî ye û hertim fikrê diafirîne, nexwe mirov di kura fikrê da dijî? Cihê mirovî li kurê ye?
Helbet mirovên li jiyanê yan di şkeftekê de dijîn, yan di holikan de, yan di binê konekî de dijîn, yan jî di malekê de ango di xaniyekî de dijîn. Ew cihê jiyana wan jî, yan li gundekî ye, yan jî li bajarekî ye. Ew gund û bajar jî, bêguman li welatekî ne û ew welat jî li parzemîneke vê dinyaya ku ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin e. Piştre divê bête zanîn navê wê herêma xwezayî ya wê şikeftê, wê malê, wê devera ku mirov tê de û lê dijî çi ye!

Mesela filankes Ereb e û ji aliyê Xwedayê mezin ve hatiye afirandin. Bêguman Xwedê beşek ax jî li ser ruyê vê dinyayê bi lutf û kerema xwe, bi navê wî kesê Ereb wek war/welat bi nav kiriye ku bi kurdî jê re Erebistan tê gotin.

Herweha yan jî filankes Kurd e û ji aliyê Xwedayê mezin ve hatiye afirandin. Xwedê beşek ax li ser ruyê vê dinyayê bi comerdî û qenciya xwe, bi navê wî kesê Kurd wek war û welat bi nav kiriye ku xelk jê re Kurdistan dibêje.

Aya çêbûna filankesî wek Kurd guneh e? Helbet, ne hedê kesî ye ku bêje ev karê ku Xwedê kiriye guneh e yan şaş e. Lewra ew çêbûna Kurd jî, ya welatê wî Kurdî jî, ji aliyê Xwedê ve derketiye holê.

Xwedê di Qurana pîroz de li ser çêkirina miletê Tirik,  yê Faris, Ereb û hemî miletên dî ku li dinyayê dijîn, herweha li ser çêkirina min û te jî wek Kurd weha gotiye: “Xeleqna kum min zekerîn we unsa.” Ango min hûn ji nêr û mê afirandine. Amac ji wîyê nêr û ya mê Adem û Hewa bin.

Xwedê di Ayeteke din de jî weha gotiye: “We ce´elna kum şuûben we qebaîla.” Piştî afirandinê, me hûn guhartine wek qebîle, wek netewe, wek eşîr û millet.
Baş e, çewa ku hemû zanayên olî dibêjin, înkara van Ayetên Xwedê kufr e. Nexwe eger înkara Ayetan kufr be, înkara tiştekî ku Xwedê afirandibe jî, kufr e. Yanî eger yek bêje” “Ha ev kermêşa hanê, ne ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin, ew kes dibe kafir.”

Nexwe ev 87 sal in ku Kurd li Tirkiyê hem bi zagona bingehîn, hem jî ji aliyê piraniya karbidest û karmendên dewleta Kemalizmê ve dihatin înkarkirin, gelo di Cîhana Îslamî de wê çi nav li wan bête kirin?

Ew zimanê Kurdî ku ayetek ji Ayetên Xwedê ye, dema ku ez bi xwe pê dipeyivîm, Qeymeqamê Batmanê (1981) Hayrullah Yildiz gote min: “Eşşekçe Konuşma!”  dê çi nav lê bête dayîn?

Me li jorê gotiye: “Ol çi ye û oldarî çi tişt e?” Bêguman ol baweriya bi Xwedê û pêxemberên Xwedê ye û gwd… Oldar jî ew kes in, ew civat in ku emr û fermanên Xwedê û pêxember bi cih tînin. Nexwe pêşî li ser hemû hemwelatiyên Tirkiyê yên bisilman, piştre li ser hemû karbidest û karmendên dewleta Tirkiyê, deman e (wacib) ku ew zûtirîn dem vê înkara li ser Kurd û Kurdistanê rakir. Hingê ew older têne qebûlkirin û ji binê xezeba cezayê îlahî rizgar dibin.
Eger bihevrejiyan çi bi bisilmantî be, çi bi demokratî be ku ne wekhevîtî be, nayê domandin.

Stockholm 08.03.2012

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

 

Back to top button