Cîhan

Nêçîrvan Barzanç gihişt Ebû Dabî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Ebû Dabî û ji aliyê rayedarên Îmaratê ve hat pêşwazîkirin.

Berî niha hatibû ragihandin ku, roja duşemê serok Nêçîrvan Barzanî bo serdaneka fermî dê bigehe Ebu Dabî û digel serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan bicive.

Di daxuyaniyê de hat gotin, her du serok dê pêwendiyên Îmarat ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên navçeyê û çendîn mijarên berjewendiya hevbeş gotûbêj bikin.

Peywendiyên bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hene.

Danûstandinên aborî di navbera Hewlêr û Ebû Dabî de di sala 2007ê de bi sermayeguzariya Îmaratê di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de dest pê kir û bi vê yekê Îmarat bû yekem welat li cîhanê ku dest bi kar li zeviyên gaz û petrolê yên Herêma Kurdistanê kir.

Kompaniya Dana Gas a Îmarat niha roleke mezin di berhemanîna gazê de li Kormoriyê, mezintirîn zeviya gazê li Herêma Kurdistanê li Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê dilîze.

Heyva Sor a Îmarata Erebî jî roleke girîng di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo qurbaniyên piştî êrişên DAIŞê yên sala 2014an bo ser Iraq û Sûriyê hebû, ku pêleke koçberan ber bi Herêma Kurdistanê ve birine.

Back to top button