Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Îmaratê dike

Îro Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî digihêje Ebûzebî û bi Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan, Serokê Dewleta Îmaratê re dicive.
Her du serok peywendiyên Îmaratê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêşhatên dawîn ên navçeyê û çend pirsên girîng ên hevbeş gotûbêj dikin.