Kongreya CHPê dawî bû

CHPê kongreya xwe ya awarte ya “ji bo ku qeyûm tayîn neke” li darxist Ozgur Ozel yekane namzetê serokatiyê bû. Ozel bi 1171 dengan cardin wek serokê CHPê hate hilbijartin.
Di kongreyê de du lîsteyên cuda ji bo hilbijartina Meclisa Partiyê hatibûn amade kirin. Listeyek ya Ozgur Ozel û yek jî ya Oguz Kaan salici bû.
Di encama hilbijartina di kongreyê de piranî kesên ki Ozel dixwest hatin hilbijartin. Ji bo serokatiya CHPê parlementerê berê yê Stanbulê Behran Şîmşek jî dixwest wek namzetê serokatiya CHPê bikevê hilbijartinê. Lê bi awayekî namzetiya Şîmşek hate asteng kirin. Ji bo vê yekê jî di nava serokê CHPê û Şîmşek de minaqeşeyek tund rûda.
Di derbarê kongreya CHPê ya ji berî niha de gelek gilî li dadgeha bilind hatibûn kirin. Dihat ji aliyê heval bendên serokê berê yê CHPê Kiliçdaroglu ve dihat îdia kirin ku, Ekrem Îmamoglu pereyek mezin daye endamên kongreyê ji bo dengên xwe bidin Ozgur Ozel. Ji bo vê jî metirsiyek hebû ku, di encama biryara dadgehê de ji bo îdareya CHPê heta kongreyekî oêkbîne qayûm bê tayîn kirin. CHP ji bo rê li vê yekê bigre kongreyek awarte ya gelek lez û bez pêkanî.Di vê derbarê di nava CHPê de gelek rexne hatin kirin. Dixweyê dê şerê di nava CHPê de berdewam be.
52 endamên PM’ê yên ku weke Tîma A ya CHP’ê hatin diyarkirin, bi awayekî nefermî evin:
“Deniz Yavuzyılmaz, Suat Özçağdaş, Mahmut Tanal, Gul Çiftci, Ensar Aytekin, Hikmet Erbilgin, Gamze Taşcıer, Ali Abbas Ertürk, Canan Taşer, Mahîr Yuksel, Namık Tan, Turgay Özcan, Selin Özür Karaezkay Adem, Baki Aydöner, Semra Dinçer, Saniye Barut, Deniz Yücel, Nurhayat Altaca Kayışoglu, Ozan Işik, Alî Haydar Hakverdi, Yalçin Görgöz, Burhanettin Bulut, Alî Haydar Firat, Murat Bakan, Melisa Oğraşunarsu, Uğraşunz Berk Dogru, Hikmet Yalım Halici, Nazan Guneysu, Burcu Mazıcıoğlu, Mehmet Necati Yağcı, Zeliha Aksaz Şahbaz, İsmail Atakan Ünver, Ecevit Keleş, Mustafa Sezgin Tanrıkulu, Berna Özgül, Mehmet Necati Yagül Yeşk Zeybek, Ugurcan Îrak, Ozgur Ceylan, Sînem Kirçîçek, Sevgî Kiliç, Engîn Ozkoç, Niyazi Şen, Aylîn Nazliaka, Ahmet Hakan Uyanik, Ûygar Parçal.”