Ne yekbûnî û yekdevî ya Kurdan…
Kurd ji xelkê re masîya digre, ji xwe re kisoyan, gotina pêşîya ye û gotinek di cihê xwe de ye, ne yekbûnî û yekdevî ya Kurdan…
Ji berê ve tê zanîn, ji xwe kû ev nexweşî di nava me Kurdan da tunebûya em neha bi awakî din bûn. Gelek rêxistin û partî çê dibin, di nava partî û rêxistinan de jî gurop çê dibin, ev jî dibe sedema ne li hevkirinê u tifaqê ji nava wan radike.
Di destpêkê da nakokî û bê tifaqî tê holê , yên ku rêbaza wan yek be jî cuda cuda komela u rêxsitinan di damezirînin, û dibin perçe perçe, hêzek di wurde qels dibe. Evên ku bi behvre jî kar dikin ew jî cuda dibin û grûbe kê di nav xwe de çê dikin ewlekarî ji nava wan radibe. Ma çi ? Ma evên kû destê xwe kirine binê kevir u ji dil û canê hestên netewî bi xeta bir û bawerî yên xwe ketinê rê, hewesa wan dişkê u dixwazin xwe bidin alî. Ev jî dibe ku meydan ji Bekoewana re dimîne u kar u xebat cardî bi şunde direve.
Ger kar û xebatek bi xweşbênî u rast u dürüst di piratîkê de çêba ewê gelek tişt behata gugertin û serkeftîbun çêba, her kesek pêşîya hev negirta u alîkarîya hev bikira, birengekî din bû kar û xebata mesela miletê Kurd, divî bû ku meselê şexsî neba mesela miletekî. lê mixabin ev nexweşî bi salana didome u rana be.
Tu wext û pêşbirka milêt ê Kurd tuneye van meselê qoltuxan u şexsî de wextê xwe biborîne, bide ser pişta bîr û bawerîyên xwe bi hestên netewî bi xweşbênî karû xebatek pêwîste, divê kû di pêşîde mesela milêtê Kurd, azadî û serxwebûna milête Kurd bifikirê biponije, di ser hevqas xwîn û bedela milêtê Kurd neyê gavkirin, li mesele u xoltixên xwe nefikirin. Ewlekarî û xweşbênî di nava siyasetmedarende pêvedîye û nexweşîyê ji nav xwe rakin.
Zînê Amedî
01 09 20014
AMED