Platformê xwe ji desteya diyalogê da aliyekî
Li Bakurê Kurdistanê bi navê Desteya Diyalogê ya Kurd daxuyaniyek ji bo Raya giştî hate ragihandin. Ev nûçe di Rojevakurd de hate weşandin.
https://rojevakurd.com/politik/16642-Bakur-hewldana-hevkariyek.html
PDK-T ji bo hinek sedeman daxuyaniya Desteya Diyalogê îmze nekir û sedemên vê jî ji bo Raya Giştî ragihandin. Wek din HAK-PARê da xuyakirin ku ji kombûnek bi vî awayî ne agahdarin kesekî jî negotiye wan.
Platforma Demokrata Kurd ev daxuyanî îmze kirîbûn. Lê îro daxuyaniyek belav kirin xwe ji nav Desteya Diyalogê dan aliyekî.
Ev jî deqe daxuyaniya Platforma Demokrat a Kurd(PDK) e.
JI RAYA GIŞTÎ RE
Demek berê hin partî û rêxistinên kurdî ji bo dîyalogeke mayînde û biaqilane roja 6/8 û 25/8 2014-an digel hev civiyan. Meclîsa Partiya me di civîna xwe ya di 29–30/8 2014-an de ev mijar nirxand. Piştî nirxandinê meclîsa partiya me van esasan ji raya giştî re parve dike.
1) Di civînan de helwesta aliyan ew bû ko şert û mercên avakirina rêxistinekê nînin.
2) Di encamnameya civîna yekemîn de biryareke wiha hatibû girtin: “Em bang li hemû partî û rêxistinên kurdî dikin ko bila zimanê tund û dijîtiyê bi kar neynîn û hevûdû biçûk nekin.” Lê digel vê yekê xuya kir ko ew propagandaya reş ya li dijî pêşmergeyên Kurdistanê bi dawî nebû. Xuya kir ko xurtkirina pêwendiyên demokratîk di gotinê de ma.
3) Me biryareke avakirina mekanîzmayeke hevpar negirtibû. Lê mixabin ev mijar di medyaya civakî de hat manipûle kirin û wekî “Desteya Diyalogê ya Kurd” hat pêşkêş kirin. Tu eleqeya vê yekê bi rastiyê re nîne. Lewra meclîsa partiya me li gorî esasên jor biryara vekişandinê ji van civînên bi navê “Desteya Dîyalogê ya Kurd” stand.
Slav û rêz
1/9 2014
Platforma Demokratên Kurd