Dosya

Şeşo: Ji bo rizgarkirina Şingalê PYD astengiyan dirust dike

Fermandarê hêzên pêşmerge li ciyayê Şingalê Qasim Şeşo dibêje ku şervanên PYD û PKKê ji wan re astengiyan dirust dikin û ji bo rizgarkirina Şingalê divê şervanên PYD û PKKê li wê deverê nemînin.

Li gor Qasim Şeşo, piştî ku hêzên pêşmerge û kurdên êzidî rê ji bo rizgarkirina koçberên ser ciyayê Şingalê vekir, hêzeke PKK û PYD li wir bi cî bûn û tevgerek ji ciwanên êzidî pêkanîn.

Fermandarê hêzên pêşmerge Qasim Şeşo ji BasNews re got: ”Çekdarên PYDê bi zorê ciwanên kurdên êzidî dibin nav rêzên xwe û herî dawî jî wan hewil da ku rêya rizgarkirin û gehandina alîkariyan bo koçberên serê ciyayê Şigalê bigirin.”

Li gor Şeşo, şervanên PYDê alaya xwe li ser mezarê Şerefedîn bilind kirine û got: ”Çervanên PYDê gelek pirsgirêk û astengiyan ji mere dirust dikin, ji ber hindê em dixwazin ku ji bo rizgarkirina Şingalê û koçberan û vegerandina rewşa ewlekariyê bo deverê, şervanên PYD û PKKê li ciyayê Şingal û wê navçeyê nemînin.

Back to top button