Nivîsar

Ne Muğlalı ne jî yê ku eskerên xwe dikujin paqij dibin

Di roja 30 Tîrmeh ya sala 1943 an de bi emrê Orgeneral Mistefa Muxlalî 33 gundiyên kurd li navçeya Özalp(Mehmudiye) ya Wanê ji qereqola ser sînor tên girtin û li cîhekî tên înfaz kirin.

Tenê kesek ji vê qatliamê difilite, xwe li paş zinarekî de vedişêre û serî heya dawiyê şahidiya kuştinan dike.Gundi hêj çend roj beriya wê hatibûn desteser kirin. Suçê wan jî ew bû ku bedestur ji sînor derbas bûbûn û bazirganiya ajalan dikirin.

Piştî bûyerê Qomîsyona Lêpirsînê ya Meclîsê wê di rapora xwe de viha binivisanda: “ Qaymeqamê Özalpê Hilmî Tuncel, Fermandarê Cendirmeyan yê Ozalpê Binbaşî Wasfî Bayraktar û Fermandarê Tabûra Sînor Binbaşî Şukrî Tuter gundiya bi zorê ji sînorê Îranê daxîlî nav sînor dikin û heywanan ji wan didin talan kirin” Mufettişê Artêşa Sêyem ya heyamê Orgeneral Mistefa Muxlali jî ji serokatiya sererkaniyê re radigihine ku ev 32 kesan di encam pevçûnên navbera siwarî û qaçaxçiyên ajalan de hatine kuştin.

Piştî ku Partiya Demokrat dibe desthilat di encama lêpirsinê de Orgeneral Muxlalî tê darizandin, cezayê îdamê jê re tê birrîn. Paşê jî cezayê îdamê vedigerinin 20 sal hepsê. Dadgeha Bilind ya Eskerî vê biryarê xira dike lê çi heye ku Mistefa Muxlalî sala 1951 an di encama qrîza dil de li girtigehê can dide. Lê dîsa piştî 47 salan teref TSK ê îtîbara wî jê tê vegerandin, busta wî li Aqademiya Herbê li cihê ku wek Derbasgeha Egidan tê nasîn de, di navbera butsa Atatirk û Fewzî Çaqmaq de tê bicîh kirin.

Lêbelê Qomisyona Lêpirsina Meclîsê bi salan piştî qetlîama navborî li ser nîqaşên gelo Muxlalî suçdar bû an na, dest bi lêpirsîneke berfireh dike û digihêje vê encamê; “ 30 ê Tîrmeha sala 1943 an de roja Înê 30 sîvîl û du ekser ji nezaretê derxistine derve, destê wan paşve û hemû bi hev ve girêdane û berê wan dane Gedûka Çillî yê. Hewara wan kesên ku pêhisyane ku wê bên kuştin, girîn û zarîna wan dil disotin…

Li Devera Geduka Çillî ev kesana bi tifinga pîyade û bi tifingên makîneyî ve hatine kuştin. Paşê kincên wan geriyane û pere û saetên wan xesp kirine…Ev bûyera ku wek Bûyera Ozalpê tê binav kirin, li pêş ve hatiye plan kirin, raste rast cinayet e.” (Rapora Qomisyona Lêpirsînê ya Meclîsê 1958)
Îro jî, piştî ku hat rojevê, navê wî wê ser tabelaya leşkergehê bê jêbirin, hinek kesan mil hildan ku Mistefa Muxlalî biparêzin! Ev kesan dibêjin, ji ber ku “ nexwestiye artêş lekedar bibe sûç kiriye stuyê xwe.

” De başe, heke ev 32 gundiyan di pevçuna navbera ekser û qaçaxçiyan de hatibin kuştin û Muxlalî jî di rapora xwe de eva nivisandiye, hingê gelo di dadgehê de kîjan sûçî dike stuyê xwe ku artêşê lekedar neke? Ne tenê eve. Gelo çima wexta ku Mifettişê Wezareta Karên Hundir Avnî Doxan dixwaze ku derbarê van mirinên sala 1943 an de lêpirsînê veke, jê re cayê dişîne û dibêje; “Jê re bêjin, heke ser meseleyê de here ezê wî bidim qamçî kirin.”?

Binêrin, êdî lêpirsînkirina paşerojê wê me netirsîne! Ji derewan re, dek û dolaban re, ecemitiyan re, sergêjiyan re, êdî emê bahaneyan nebînin. Berbirsiyar her kî be, leşker an jî sîvil, wê hesab bide vî gelî! Emê Muxlalî jî paqij nekin, wan kesên ku piştî kuştina leşkerê xwe bibêjin di pevçûnê de mir jî!

 

Aziz Üstel

 

www.xeberenkurdi.com

Back to top button