Civak
Li Qendîl şer dijwar dibe
Supayê Îranê dest bi êrîşên erdî bi ser baregehên PKK û PJAK li deverên sînorên herêma Kurdistanê kirin.
Wek tê xuyakirin, ku ev êrîş piştî çend mehan ji berdewambûna bombebarankirina axa herêma Kurdistanê destpê dike.
Herweha li gora pêzanîn seretayî yên ku bi dest PNA ketine, niha şer li çîyayê Qendîlê di navbera supayê Îranê û hêzên çekdarên PKK û PJAK ve dest pê kirîye.
Komîta radyo û televizyona Îranê weha belav kir, ku ” Îranê niha dest bi kirdarên leşkerî li dijî kurdên yaxîbûne(Temerod) li ser sînora Iraqê kir”.
Li gora telefezîyona Îranê, ku li dirêjahîya meha remezanê aramî hatîye parastin û derfet bi vekşîna hêzên çekdaran da ye, da ku ji deverên sînorî dûr bikevin.