Ne bratiya derewîn, Wekheviya rasteqîn!…
Cemal BATUN ”Kurd û Tirk bira ne!”, ”Kurd û Ereb bira ne!”, ”Kurd û Faris bira ne!”… Ev dirûşme wekî benîşt di devê dagîrkerên Kurdistanê, herweha çepgîrên ”enternasyonalist” ên welatên dagîrker, herweha Kurdên (PKK û hawîrdora xwe) ku çareyê di nav sînorên welatên Kurdistan dagirkirî de dibînin, tê bikaranîn. Birêvebirên dewletên dagîrker ên Kurdistanê, bi her awayî, di nav hovîtiyek bêsînor de êrîşî hemû nirxên Kurd / Kurdistanê dikin. Rêzê ji nirxên xwe – zimanê xwe, orf û adetên xwe, ala ya xwe, xak a xwe…dixwazin. Bi bêrêziyek mezin jî êrîş dibin – zimanê kurdî, orf û adetên kurdî, ala Kurd, xaka Kurdistanê…. Tu caran brayetiyek li ser bîngehê wekheviyê nîşanî gelê Kurd û welatê Kurdistanê nekirin e. Xwestin e û dixwazin di derdora koletiyê de ku ew wekî ”brayetî” binav dikin, xwe nêzîkê Kurdan bikin. Di dema dawî de jî, bi hilgirtina ala Tirk, xwepêşandanên qaşo ji bo ”brayetiyê” hemberê terorê dikin(!) Ji van xwepêşandanan de bîhna herî hov a nîjadperestiyê têt, lê ew wekî xwenêzikkirinek ”brayetî” û dijberiya terorê binav dikin(!) Yek al, yek welat, rêz ji yek nîjadî re, yek welat, yek..her tişt dixwazin û vê jî wekî brayetî difroşin(!) Ev lîstika welatên dagîrker ên Kurdistanê ji sed salî zêdetir e birêve diçe. Tu caran jî îtibarek li gel miletê Kurd û Kurdistanê ne dîtiye. * * * * * Li Bakurê Kurdistanê, tevgera bi bandor a PKK jî, bi xwe û derdora xwe ( HDP, KCK û h w d) di çarçoweya siyaseta bi navê ”demokratik özyönetim” (xwebirêvebiriya demokratîk) de bang li Kurdan dikin ku dev ji mafê çarenûsiyê berdin û xwe bidin xebata avakirina ”neteweyên demokratîk” li tevayiya Rojhilata Navîn. Ev siyaseta absurd weha dike ku armanc û hedefa tevgera Kurd, daxwaziyên rewa yên gelê Kurd zelaliya xwe wenda bikin! Bi vî awayî, îro jî rayedarên Tirk, Ereb û Acem ji Kurdan re dikarin bêjin: baş e hûn çi dixwazin? Ev pirsa sosret jî, ji xwe re bîngeh dibîne!…Herweha çepgîrên Tirk ku di nav civata xwe de izole bûn e, hatin e belakirin li ser iradeya gelê Kurd û ew ”nûneriya” doz û daxwazên Kurdan dikin(!) Ew çepgîrên ku li cîh ên ku jê tên sedan deng nikarin werbigirin, di listeyên namzetên wekiliyê de di rêzên herî pêş de ne. Ew jî neheqiyek mezin hemberê îradeya gel, bedelê gel, xebata gel ê Kurdistanê ye! * * * * * Bratiya rasteqîn, wekheviya rasteqîn e! çi maf ên Tirkan hebin, ên Ereban hebin, ên Aceman hebin. Bidestxistin û rêzgirtin a wan mafan ji bo gel ê Kurd û welatê Kurdistanê ye. Ger zimanê tirkî fermî be, li Kurdistanê jî zimanê kurdî fermî dibe. Ger ala ya Tirk nîşana Tirkan be, al a Kurdistanê jî, nîşana Kurdan e. Ger Tirk li ser xaka welatê xwe xwedî biryar bin, Kurd jî divê li ser xaka xwe xwedî biryar bin… Ger ji Tirkiye re rêz bête xwestin, ji Kurdistanê re jî divê rêz bête nîşandan!… Wê demê em dikarin bira bin!..Birayên li ser esas û bîngehê mafê wekhev!… Stockholm: 21 Îlon 2015__________________________________