Polîtîk

NB: Hûn li hember tecrûbe û xelkê Kurdistanê berpirsiyar in

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja pêncşemiyê 24.01.2013ê li Hewlêrê, beşdarî di merasima derçûyên dewreya yazdehemîn a kolêja polîs de kir û bi vê minasebetê peyvek pêşkeş kir. 

 

Ev li jêr teksta axavtian serokwezîrê Kurdistanê

 

Birêzan derçûyên kolêja polîs

Cîyê şanaziyê ye ku, di xizmeta we de ez vê gotarê pêşkeş dikim. Em hemû, îro, bi minasebta bidawîhatina dewreya yazdehemîn a kolêja polis li vi şahiyê digêrîn. Ez piştrast im ku, ev dewreye amadekiriye ji bona wergirtina wê berpirsiyariyê yaku hikûmeta herêma Kurdistanê we  pê teklîf dike. 

Ev şahîye ji bo du serkeftina ye, yekem: ji bo wê hewil û xebatê ye yak u, hûn gihandine vir. Duyem jî: ji bo bo wê hewil û xebatê ye yaku, ji nuha û pê de dest pê dike. Nuha hûn weke endamên çalak û beşdar xizmetê pêşkeşî tecrûbeya herêma Kurdistanê dikin.

Weke destpêkek kurt û weke bibîranînek, ez dixwaz im behsa wan prensîpan bikim yên ku, kolêja polis hûn li ser perwerde kirine, ew prensîp jî berpirsiyarî ye. Li ser we pêwîste rêzê ji wê berpirsiyariyê bigirin ku, di jiyanê de statuyek bo we dirust kiriye. Hûn li hember tecrûbe û xelkê herêma Kurdistanê berpirsiyar in. Bêy berpirsiyarî hûn nikarin rewşa nuha biguherin. Belê, divê hûn makîneya guhertinan bin, lê belê guhertinên ber bi baştirkirinê ve. Guhertinên rast û dirust ewe ku, her yek wezîfeya xwe bicih bike û bi dilsozî karê xwe bi cî bîne.

Bi hemû şiyan û îmkanên xwe bizavê bikin daku, bikaribin hûn kesên reformxwaz bin û dibin sîbera vê tecrûbeya herêma LKurdistanê de maf û azadiyên xelkê Kurdistanê biparêz in. Divê em bizanibin tekoşîna ji bona azadiyê wezîfeyeke gelek pîroz e, lê belê parastina wê azadiyê wezîfeyek pîroztir e.

Bila hertim li bîra we be ku, piçek ji dilsozî, nermî û rûxweşiya we dê dilê hijmareke gelek ji xelkî xweş bike. Ez dixwazim bêjim; Bêy piştevanî, razîbûn û xoşewîstiya xelkê bo wê wezîfeya hûn eda dikin, dê karê we gelek zehmet be. Eger we baweriya bi wê yekê hebe ku, hemû jiyanan buhayekî yeksan heye, wê demê, ekîd, dê baweriya we bi hibdê jî heye ku, parastina jiyana hevwelatiyan divê bê cudahî be û dê miamilekirin digel xelkî bê cudahî û miamileyeke dirust be.

Eşkereye ku, heta we ev diplomaye bidest xistî we xwe gelek westandiye. Min ji nêzîk ve, weke karê xwe yê hertimî, çavdêriya kar û çalakiyên wezareta we kiriye. Berî ez bihêm xizmeta we, min çend dekoment li ser kolêja we xandin.  Li gor pirograma we, we rojê du saetan rahêna û meşiq li ser çekê taybet bi karê polîsan kiriye, herwesa, çar saetan li ser pirsên siyasî, mafê mirov, terror û dijeteror û wezîfeyên polîsan li hember hevwelatiyan û civaka medenî deris wergirtine. Li vir diyar dibe ka çend li ser polis pêwîste bizane çek bikarbîne, du qat zêdetir li ser pêlîs pêwîste bizane çima, ji bona çi û ji bo çi armanc çek bikarbînit. Çend qiwet pêwîste, du qat hizir, çend jîrî û eqil pêwîste, du qat zîdetir xoşewîstî û îşiq bo karê polîs, û bo mirovan bi xwe jî,  pêwîste. Karê we ne rahênan û meşiqa hêz û zenda ye, lê nîşandana soz û xoşewîstiyê ye bo hevwelatiyan. Divê hûn ji bona xoşewîstî û parastina berjewendiyên xelkî hêzê bikarbînin û ev yek jî divê di çarçoveya qanûnekê de bê rêxistin.

Ez dixwaz in bala we bikşînime ser qanûna jimare 6 a sala 2009ê, qanûna wezareta navxwe a herêma Kurdistanê ku, hûn jî beşek giringin ji heykelê wê wezaretê ne. Jiber hindê armancên wê wezaretê, armancên wene, wezîfeyên wê wezîfeyên wene. Madeya duyem ji wê qanûnê dibêje; wezîfeya polîs a serekî cîbicîkirina siyaseta giştiya hikûmeta herêma Kurdistanê û parastina asayîşa giştî ye ku, ev yek jî bi rêya çespandina serweriya yasayê, parastina sîstema giştî û parastina samanên giştî û taybetê piraktîze dibe.

Di heman madeyê de wezîfeya we zelal e ku, karkirin ji bona parastin û zaminkirina azadiyan û demokrasiyê, mafên mirov û pirakrîzekirina rola saziyên civaka şaristanî li herêma Kurdistanê ye. Herwesa wezîfeya we bilavkirina hişiyariya parastian emniyetê û pêkanîna aşitiyê di navbera hêzên asayîşa navxwe û kateguriyên cihê yên civakê ye.

Armanc lêbihurîn û pêkvejiyan e, armanc aşitî û xizmetkirian hemû hevwelatiyan bi awayekî adil û bêcudahî ye. Rêya êkane ji bona bidestveanîna van armancên pîroz jî, serweriya yasayê ye. Belê, yasa nexşerêya her civakeke saxlem û serkeftî ye, ji ber ku, her yasayek erka hevwelatiyan û erka desthilatê bi hev re girê dide û dibe esasê avakirina saziyan.

Yek ji armancên vê kabîneyê û kabîneyên berê yên hikûmeta herêma Kurdistanê, avakirina saziyan, bimuesasatkirin, bû. Li ser wezareta navxwe û bisazîkirina wê ez dibêj im; hûn rûyê zîndiyê wê sazîyê ne û we du curên berpirsiyariyê hene:  Yekem berpirsiyariya we li hember wê saziyê ye yaku hûn nûneratiya wê dikin, berpirsiyariya deyem jî li hember wî xelkî ye yê ku, hûn ji bona parastina wan xizmetê dikin û dixebitin. Ez piştrast im û min bawerî jî heye. Ez piştrast im ji wê yekê ku, kolêja polîs hûn bi baştirîn metod perwerde kirine, û min baweriya timam jî bi şiyan, jêhatî û dilsoziya we heye, hûn dê bi baştirîn cure ji bona kurd û Kurdistanê xizmetê bikin.

We yên ku xizmetkirin li pêşiya xwe danaye, pêwîste wê wezîfeyê weke bilindtirîn armanc ji xwe re pesind bikin. Ez, xizmetê bi helwest, bi libarçavgirtina rêyên yasayî û exlaqî pênase dikim. Helwestnîşandan ji bona  çespandin û bicihkirina asayîşê ku, ev yek jî bê qurbanîdan bi cî nabe, pêngavin ber bi binyatdanan aşitiya civakî.

 Ez li vir, careke din, sipasiyên xwe pêşkeşî hemû saziyên emnî yên Kurdistanê, asayîş, polîs, pêşmerge û hemû ew saziyên min navê wan gotî û negotîn dikim. Hûn bi şev û roj, bê westiyan, emin û asayîşa welêt diparêz in. Wezîfeyeke pîroz li ser milên we ye, hêvîdar im Xwedayê mezin hertim we  biserbixe, temen dirêj bin û di wezîfeya xwe de serkefî bin. Bê guman, em û civaka me gelek bi çakî heydarî wê wezîfê ye yaku, hûn yên xweştivî ji bona parastina emin û asayîşa herêma Kurdistanê cîbicî dikin. Sipasiya hemû wan kesan dikim yên ku, ji bona parastina herêma Kurdistanê û tecrûbeya wê dixebitin.

Eger di nav civkê de hindek kes hebin bi tenê bi gotar maf û azadiyan biparêzin, lê  we bi kiryar ew berpirsiyarî daye ber xwe û bo parastina aşitî û aramiyê we singa xwe kiriye mertal. Gotinek min a din ji bo we eve ku, çi di nav saziyan de û çi jî di nav xelkî de, di denma cîbicîkirina wezîfeya xwe de, hewil bidin şiyanên xwe ber bi xalên hvbeş bibin, bi vî awayî hûn dikarin li hev du biborin û ji bo xelkî civatekê ava bikin ku, her hemû bê cudahî şahiyê tê de bigêrin.

Wek yekîneyên wezareta nevxwe, wezîfeya we ji berpirsiyriyê tijeye, hindek caran hûn dê bişkên û hindek caran astengî dê kevin di pêşiya we de, lê belê şikedtin dê tecrûbeya we zengîntir bike û dê jê hîn bin, astengî jî dê we bihêztir bike û ji bona baştir xizmetkirina civakê qiwetê bide we.

Belê kêmasî hene, hindek ji wan kêmasiyan têkelî bi sirûştê siyasiyê herêma Kurdistanê ve heye, hindekan jî peywendî bi qonaxa guhertina ber bi demokrasiyê û hindek kêmasî jî ji kabîneyên berê yên hikûmetê yek li pey ya din mane, bi tabetî yên ku peywendî bi wezareta navxwe ve heye.

Pêwîste em metodê hukimdriyê yê berê derbas bikîn û tecrûbeyeke pêşkeftî ava bikîn, ji bo vê yekê jî pêwîstiya me bi perwerdekirinê heye. Hûn divê vê berpirsiyariyê li ser milên xwe deynin û bi vî awayî hikûmet dê yek ji armancên xawe yên bisazîkirinê bicî bîne.

Li dawiyê, ez dixwaz im bêjim ku, her çiqas nuha dewreya yeksalî a kolêja polîs bidawî hat, lê belê hînbûn û xweperwerdekirin qed bi dawî nabe. Pêşeroj dê we zêdetir hîn bike, ez di wê baweriyê de men ku, pêşeroj dê we çaktir hîn bike. Di jiyanê de îmtîhan piraktîkîtir û dijwartir dibin, ji ber hindê divê hûn vekirî bin û ji şaşiyên xwe û ji şaşiyên xelkî hîn bibin. Wezîfeya we nehêsan e, wezîfeya we di sewyeya meziniya kesayetî û berprisiyariya we de ye.

Dema hûn digel pirsgirêkek yan kesek rû bi rû dibin, yan dema digel hevwelatiyek ku, dijwariyên  jiyanê ew bêzarkiriye rû bi rû dibin, ez daxwazê ji we dikim mîhreban bin, digel pirsgirêkan şerî nekin, berhelistkarî ne rêya çareseriyê ye, lê belê dest û tiliyên xwe digel pirsgirêkan nerim bikin û hertim li ber ronahiya qanûnê pêngavan pavêjin.

Em dixwaz in hikûmeta herêma Kurdistanê hikûmeta aktîv û bisazî be, yek ji stûnên esasî yên heykelê her desthilateke demokratîk eve ku, hêzeke perwerdekirî li ser esasê rêzgirtin li mafê mirov, azadiyan, pêkvejiyan, tebayî û lêbihurînê hebe. Weke hikûmet gelek hîviya me bi we heye û hêviya xelkî hêjî zêdetir e, ez hêvêdar im hûn li gor wê baweriyê bin.

 

Back to top button