Dosya

Qetilîyama dewleta Tirk bêcezamayin- 25

 

Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata birayê Mehmet Ertak hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.  hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.

          

S A : Wun karin bahsa buyêra li bajare we li Şirnak çi qewimi û birayêxwe Mehmet Ertak bikin ?

Ahmet Ertak, birayê Mehmet Ertak

Buyer 18 tebaxe 1992 çêbu. Ev roj jibo xelkê Şirnax rojekî gelek bêsûd û reşbu.

Li bajêr hemu saziyên dewlete bi hevra, bi silêhen xwe êriş anin ser xelkê, ev êriş du roj dom kir û nezikî pêncî însan hatin qetilkirin, ev însanên hatin kûştin pirên wan jin û zarukbun û bi sedan însan hatin birindarkirin, gelek mal û hêywan telef bun.

Ev her du roj, ketina bajêr û derketin qedexebu, li ser xelkê bajêr tofan û cengbu, millet xwe avêtibu nav malên xwe û wexta ev qetiliyam destpêkir  birayêmin Mehmet Ertak li ser ocaxa kömurê kar dikir, jibo were zarukên xwe xilasbike acelê dike tê bajêr û esker wî di rêda digrin dibin qereqolê û jiwêrojêva min birayêxwe nedit û cesede wijî nedaneme, li ser vê yekê, jibo dawa birayêxwe bire mahkemên Tirk lê ti neticek jê derneket.

Piştre min muracate mahkemên mafên mirovan ên Avrupayê kir û liwir sala 1998’da Tirkiye hat mahkumkirin ku dewleta Tirk lihem welatiyê xwe xwedî derneketiye û 33 hêzar dolaranjî bi cezayên pêra lê hate birin.

Suayib Adlig

Şirnak, 15 heziran 2009

Back to top button