Rojev

NB: Em dê bê navbir li dijî terorîstan bixebitin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê kiryara terorîstiya huhî a bajarê Hewlêrê şermaze dike û dibêje ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dê bê navbir ji bona binbirkitina hêzên tarî û hêzên terorîstan li sertaserî herêma Kurdistanê bixebitin.

Ev li jêr teksta daxuyaniyê:

Êrîşa terorîstiya ser saziyên Asayîşê em hemû xemgîn kirin, jiyana pir bi qîmeta çend karmendên asayîşa herêma Kurdistanê ji nişkave bi dawî hat, ew kes bûne şehîdên parastina aramiya Herêmê û emniyeta xelkê Kurdistanê.

Ew şehîdên ser bilind û yên netirs, bijyana xwe hewil da rê li terorîstan bigirin da ku ziyanên zêdetir rû nedin. Mixabin, terorîstan, ji bilî şehîdkirina 6 endamên hêzên asayîşa Kurdistanê, pêtir ji 60 kesan jî birîndar kirin. Hikûmet û gelê Kurdistanê wan şehîdan ji bîr nakin, daxwaza sebir û tehemulê bo malbatên wan dixwazin, em hêvî dikin ku, birîndar jî zû çak bibin.

Hêzên asayîşa herêma Kurdistanê di nava 6 salên derbasbûyî de bi biwêrane rû bi rûyê pilanên terorîstan bûne. Di nava wê demê de çendîn hewilên terorîstan  jinavbirine. Jiyana wan ji bona parastina xelikê Kurdistanê hertim di metirsiyê de bûye. Wan dizanî û dizanin terorîst ji bo çi armanceke pîs û qirêj kar dikin. Ew dizanin eger ji destê terorîstan bêt hez dikin jiyanê li Kurdistanê   bi dawî bînin.

Armanca terorîstan ew bû azadî û serbestiya li Kurdistanê birîdar bikin. Hêzên asayîşa herêma Kurdistanê baş dizanin terorîst dijî jiyanê ne, dijî azadiya xelkê Kurdistanê ne û dijî singfirehî û pêkvejiyanê ne. Terorsît baş dizanin ku, asşitî, aramî, îstîqrar û jiyana serbeilinda xelikî û hilbijartinên azad yên 21 îlonê, destkeftiyên hêzên asayîşê ne, ji be hindê êrîşa terorîstan dîrekt bo ser asayîşê bû.

Gelkê Kurdistanê heta gihiştiye vê asta azadî û serbestiyê gelek qurbanî daye. Hikûmeta herêma Kurdistanê û serokatiya gişt partîyên siyasî û xelkê Kurdistanê bi hêsanî vê azadî û serbestiyê ji dest nadin û xwesteke me ji bona parastina destkeftiyên me dê gelek xurtir bibe.

Hêzên pêşmerge û asayîşê, ji bona dîtin û eşkerekirina hêzên dijî jiyanê, hêzên dijî azadiyê, hêzên dijî mirovatiyê û hêzên dijî serbestiyê di xebatên xwe de berdewam dibin.

Em dê bê navbir ji bona binbirkitina hêzên tarî û hêzên terorîstan li sertaserî herêma Kurdistanê bixebitin. Ka çawa berî nuha me tora tariyê destgîr kiribû, vê carê jî bi bikaranîna ronahiya evîna meya ji bo jiyan, bo azadî û bo serbestiyê rû bi rûyê hêzên têkder û wêranker ên terorîst dibin.

Ji bona ku em di karên xwe de serkeftê bin, daxwazê ji xelkê Kudistanê dikin hest bi berpirsiyariya xwe bikin û alîkariya hêzên pêşmerge û asayîşê bikin. Daxwazê dikîn her dema guma we ji her çalakiyekê yan bizavekê hebe hêzên polîs, asayîş û pêşmerge agadar bikin.

Nemirî bo şehîdan, aramî û avedanî û pêşkeftina berdewam bo Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
30.09.2013

Back to top button