Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li Paketa Demorasiyê dike

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistnê di daxuyaniyekê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li ”paketa demokrasiya” Tirkiyeyê dike.

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê got:

– Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li paketa demokrasiyê ku, ji aliyê birêz Receb Teyb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê ve hat îlan kirin, dike.

Dizeyî dibêje:

– Bi baweriya me ev pakete, ji bona ber bi demokratîzekirineke zêdetir û zêdetir çespandina pirensîpên demokrasiyê li Tirkiyeyê ku, hemû hevwelatiyên wî welatî jê sudmend bin, pêngaveke baş e.  Em hêvîdar in ev destpêkek be ji bo avêtina pêngavên mezintir ber bi çareserkirina hemû pirs û problemên Tirkiyeyê û pirsa kurdî li wî welatî di çarçoveya pêvajoya aşitî û diyalogê de, herwesa bibe rêxweşker ji bo ber bi pêşvebirina pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê. Pêngaveke erênî ye û pêwîste piştgirî lê bê kirin.

Back to top button