Polîtîk
Şahê Urdin hevxemiya xwe bi Serokê Kurdistanê ragihand
Êvariya îro, dûşem 30/09/2013 birêz Şah Abdullah Bin Huseyn Şahê Urdinê, li peywendiyekî telefonî de li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di derbarê wê kirdara terorîstiya ku roja yekşemê 29/09/2013 li Hewlêrê rû da, dilgiraniya xwe ragihand.
Li peywendiya telefoniyê de Şah Abdullah hevxemiya xwe û welatê xwe bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ragihand û serxweşiyê li kesukarê şehîdên kirdara terorîstiyê kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.
Her wiha piştgîriya tevahiya welatê xwe jî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê ragihand.
Li beramber de birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî birêz Şah Abdullah û gelê Urdinê kir.