Polîtîk

Naveroka hevpeyvîna Serokê Kurdistanê li gel Televizyona TRT Turk

• Berî her tiştî ez dixwazim pirsiyar bikim gelo ji bo çi serdana we evqas dereng ma. Ji ber ku eve derengmayîneke 6 sale. We got li mercan de hinek guhertin pêkhatiye, gelo çi hate guhertin ku ev serdana we niha pêkhat?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Bi mixabinî li salên derbasbûyî de hinek sarî hebûn. An ku em dikarin bibêjin, me her du aliyan bi awayeke baş hevdû tênedigihişt. Lê belê eve du sale rewş hate guhertin û me dest bi serdanên du alî kirin. Helbet serdana birêz Davutoglu Wezîrê Derve bandoreke xwe yê mezin heye. Ev serdan bu sedema wê yekê ku ew guman û tometên du alî ji holê rabin. Li vê serdana min de jî pêwendiyên me yên dostane hemû waran de bihêztir dibe û ji bo vê armancê jî ev serdan hatiye pêkanîn. Ya rastî jî hebûna pêwendiyeke bi vî awayî gelek sirûştiye.

• Li ragihandina Tirkî de, wiha hate xuyakirin û tê gotin ku qaşo we daxwaz kiriye ku Tirkiye veberhênaneke mezintir li bakûrê Iraqê pêkbîne û beranberî wê jî Rêvebiriya Herêmê(Herêma Kurdistanê) dê serkirdeyên PKK teslîmî Tirkiye bike, gelo birastî jî we tişteke bi vî awayî axaftiye?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dikarim bibêjim ku bi tu awayekî mijareke bi vî rengî  nehatiye axaftin. Ji xwe li Herêmê veberhênana Tirkî heye. Li nav sînorên Rêvebiriya Herêmê(Herêma Kurdistanê) de kompanyayên herî zêde yên Tirkane. Her wiha mijara teslîm kirina serkirdeyên PKK jî bi tu awayekî nehatiye axaftin û nebûye babeta guftugoyên me.

• Gelo li gor nêrîna we PKK rêxistineke terorê ye? Bi taybetî we li civînekî de got ku eger Tirkiye projeyeke aştiyê pêkbîne û PKK jî vê projeya aştiyê red bike, wî demî ez dikarim PKK wekî rêxistineke terorê bi nav bikim. Tirkiye niha dest bi siyasetekî vekirinê kiriye û ji aliyeke din ve jî PKK dijî vê pêvajoyê derdikeve!

– Serokê Herêma Kurdistanê: Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) pengaveke wêrekane avêt. Bi taybetî Serok Wezîr gelek bi wêrekî tevgeriya. Behsa gelê Kurd û pirsa Kurd kir. Çareser kirina vê pirsê ya bi awayekî aştiyane anî rojevê. Ji ber vê sedemê jî me piştgiriya vê pengavê kir. Bi awayeke bihêz me piştgirî kir. Helbet ez jî di vî warî de nikarim tevgerên PKK bipejirînim. Li vî xalî de divê em hewl bidin bi awayekî aştiyane vê pirsê çareser bikîn.

• Lê belê heta niha çawa ku em dizanin PKK dijî vê projeyê ye?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwîste em vê projeyê heta dawiyê bibîn. Eger PKK dijî vê projeyê jî raweste, di serî de li hemberî  gelê Kurd û li hemberî hemû gelên din dê berpirsê vê helwesta xwe be.

• PKK êrîşî baregeha leşkerî  ya herêma qeraxa deryayî  ya Tirkiye kir. Gelo li gor nêrîna we PKK ji bo çi usluba xwe guherand û tiştekî bi vî awayî kir?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Birastî mirov nikare bawer bike. Her wiha ez di derbarê vê êrîşa li qeraxa deryayiya Îskenderunê gelek bi gumanim. Birastî şikên min li ser vê kiryarê heye ku PKK kiribe. PKK çawa dikare êrîşî van deveran bike, ez gelek bi sosretim!

• Eger em derbasî mijara Kerkûkê bibin, hilbijartinek pêkhat. Ereb û Kurd 6 bi 6 ê de man. Hevpeymaniya Turkmen û Ereb hingî hevpeymaniya we deng wergirt. Ev encam dê we yekê bide nîşan ku li herêmê kesek ne bi zêdehiyê ye?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Birastî jî ev encam ji berê de hatibûn plankirin. Eve ne encamên rastî bûn. Lê belê ji bo pirsgirêkek dernekeve me xwe bêdeng kir. Her wiha li herêmê hê asayîbûnek nediyare. Ev encamên berî asayîbûnê bûn. Eger maddeya 140 destûrê bê bicîhkirin û Kerkûkê asayîbûnek pêk bê, serjimêriyek bê kirin wê demê dê rastiya nifûsa her kesî diyar bibe.

• Li Birêvebiriya Herêmê (Herêma Kurdistanê) de partiyeke nû derket holê. Bi navê Goran û di hilbijartinan de serkeftî bû. Ev partî reformê dixwaze. Hûn serketina vê partiyê çawa dinirxînin?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ev partî berê beşek ji Partiya YNK bû lê belê paşê ji hevdû veqetiyan. Li rastiyê de eve ne partiyeke nû ye.

• Lê belê hinek daxwazên wan hene.

– Serokê Herêma Kurdistanê: Belê helbet dê daxwazên wan hebin. Lê belê li birêvebiriya herêmê (Herêma Kurdistanê) de kesek ne dijî reforma ne. Helbet eve pêvajoyeke demokratîke. Dibe ku hinek partiyên din, navên din û grubên derkevin holê.

• Tometên wan ê gendeliyê hene. Wiha didin zanîn ku hinek partî naxwazin birêvebiriyê li gel keseke din parve bikin.

– Serokê Herêma Kurdistanê: Çawa yani?

• Ew dibêjin pêwîste li herêmê reformên ciddî bêne kirin, hinek kesan desthilatê bi dest xistiye û naxwazin guhertinek pêk bê!

– Serokê Herêma Kurdistanê: Çawa çêdibe! Ma hilbijartin çênebû, pêvajoyeke demokratik heye. Li hilbijartinan gel biryara xwe da. Partiyên ku hatin desthilatê ewan dengê zêde wergirtin. Eger gel baweriya xwe ji wan partiyan bikşîne, Hikûmet dê bikeve destê kesên ku baweriya gel werdigrin. Helbet eve jî bi hilbijartinan çêdibe û pêvajoyeke demokratîke. Rewşa nû jî piştî hilbijartinan derket holê.  Rewşeke wiha tûne ku kesek desthilatê bi zorê wergirtibe.

• Li Iraqê xebatên damezrandina Hikûmeta nû tê kirin. We got ku pêwîste pêşî erkê avakirina Hikûmetê ji aliyê Ellawî ve bê kirin. Lê belê Talebanî nêzîkî hevpeymaniya Şîe ye. Gelo Hevpeymaniya Kurdan de derz an ku du berekî heye?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr tiştekî wiha tûne. Tu cûdahiyek li navbera me de tûne. Eve mijareke destûriye. Destûr dibêje, kesê herî zêde dengan wergire damezrandina Hikûmetê erkê wî ye. An jî namzet dibe. Heta niha lîsta El Iraqiye xwedî kursiyên herî zêdeye. Eger her du hevpeymaniyên Şîe, Lîsteya Dewleta Yasa û Hevpeymaniya Netewî pêk neyin lîsta El Iraqiye dibe xwedî kursiyên herî zêde. Lê belê  her du hevpeymanî bibin yek dê merca wê rewşê jî bête guhertin.

• Başe, gelo hûn di derbarê damezrandina Hikûmetê de, pêvajoyê çawa dinirxînin?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Em dixwazin hevpeymaniyeke netewî bête damezrandin. Divê her çar lîsteyên ku di hilbijartinan de serketine beşdarî Hikûmeta nû de bikin.

• Niha çar wezaretên (Parastin, Navxo, Darayî û Derve) serekî heye. Sê jî serokatî heye. Gelo xeta we ya sor çiye? Hûn li ser çi bingehî dixwazin hevpeymaniyê bikin û kijan wezaretan dixwazin?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ez naxwazim behsa xetên sor bikim. Lê belê em Serok Komariyê dixwazin. Berbijêr û namzetê me jî birêz Celal Talebanî ye. Heta niha me di derbarê mijara berbijêrê xwe yê Wezareta Derve de tu guhertinek nekiriye.

• Tê gotin ku hûn beranberî rewşa dawî ya êrîşkirina Îsraîlê li ser keştiyên Tirk bêdeng mane. Tê gotin ku gelo birêz Barzanî ji bo çi şermezar nekiriye. Gelo di vî warî de helwesta we çiye?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Birastî jî em dijî wê yekê ne ku mirovên bêguneh bêne kuştin. Eve helwesta me ya eşkereye.

• Wate hûn wê demê Îsraîlê şermezar dikin?

– Serokê Herêma Kurdistanê: Belê em kuştina mirovên bê guneh şermezar dikîn.

• Ji bo vê hevpeyvînê gelek spas dikîn.

– Serokê Herêma Kurdistanê: Ez jî spas dikim.

Wergera ji Tirkî: Zîn MÎRHAC

 

Back to top button